Krîzê pişta hemalan şikand

WAN - Ji mexdûrên krîza aborî hemal, li gel berf, qeşa û sermayê jî ji bo nan bibin mala xwe, temamiya rojê li bazara hemalan a li Taxa Bahçivanê ya navçeya Rêya Armûşê li benda kar radiwestin.

Li Taxa Bahçivanê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bi dehan hemalên ku li bazara hemalan tên gel hev, heta êvarî tevî erebokên xwe yên sêtekelekî li benda kar ardiwestin. Hemalan anî ziman ku, krîza aborî bandorê li wan jî kiriye û diyar kirin ku, ew rojê 5-10 TL'yî qezenc dikin. Hemalên ku temenê wan di navbera 15-60 salî de diguherin dibêjin li gel berf, baran, qeşa û sermayê jî ew neçar in ku nan bibin malên xwe.

‘ÎSAL KAR ZAF XERAB E'

Ji hemalan Yakup Bilir ê 58 salî diyar kir ku, ew her roj rastî zemeke nû tên û got, ew 3 sal e bi ereboka xwe ya sêtekelekî hemaltiyê dike. Bilir wiha got: "Em heta êvarî dixebitin, lê ya em 5 an jî 10 TL'yî qezenc dikin an na. Berê karê me baş bû, lê îsal zaf xerab e. Em heta derengê êvarî li vir disekinin. Heke kar derkeve em dikin, dernekeve jî em ji neçarî berê xwe didin malê."

‘EM NIKARIN RÛN JÎ BIKIRIN'

Ji hemalan Ali Adiyamn anî ziman ku, bi hilatina rojê re ew li bazarê ne. Adiyaman balê kişand ser zeman û wiha axivî: "Em heta dernegê êvarê li vir radiwestin, lê herî zêde 10 TL'yî qezenc dikin û hin rojan qet qezenc nakin. Her roj zemên nû çêdibin. Em ê çawa debara xwe bikin. Êdî em nikarin rûn jî bikirin. Buhayê her tiştî zêde bûye, êdî em nikarin xweşikî pêdiviyeke xwe jî bikirin."

‘EZ Ê ÇAWA KIRÊYA XWE BIDIM?'

Nevzat Badayi, di zivistanê de balê kişand ser xebata bi erebokên sêtekelekî û diyar kir ku, ew di xaniyê kirê de dimîne û wiha axivî: "Ez mecbûr im, debara malê bikim, lê êdî hatime wê astê ku nikarim kirêya xwe jî bidim. Çimkî, li vir tiştek bi dest min nakeve. Rewşa hevalên min î din jî heman rewş e. Pêdiviya me bi komirê heye, lê nikarim bikirim. Em perîşan bûne. Ji bilî vî karî tu dahateke me ya din tune ye. Roj heye, bêyî serfetihê bikim berê xwe didim malê. Zivistanan xebat zaf zehmet e, çimkî hem hewa sar e hem jî kar tune ye. Her der şematokî ye, heke em bişemitin û tiştek bi me bibe belkî bi mehan em dirêjkirî bimînin."

MEXDÛRÊ QEYÛMÊ

Beşir Karakoyun ê 57 salî jî anî ziman ku, ew mexdûrê qeyûma ku tayînî Şaredariya Rêya Armûşê bûye ye. Karakoyun anî ziman ku, ew 18 salan li şaredariyê cuda di karên paqijiyê de xebitiye û diyar kir ku, piştî qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin ew ji kar hatiye derxistin û paşê ji neçarî dest bi hemaltiyê kiriye. Karakoyun wiha axivî: "Qeyûmê hat tayînkirin, me jî ji kar derxist. Piştî ez ji kar derxistim, min jî li vir dest bi kar kir. 5 zarokên min hene, mecbûr im debara wan bikim. Bi vî awayî em perîşan kirin. Kes nayê guh nade pirsgirêkên me. Îro hîn me serfetih nekiriye. Êdî em nizanin em ê çi bikin. Gelek caran em nikarin nan bibin mala xwe."