Endezyarê kar nedîn anketoriyê dike

ÎZMÎR - Li Tirkiyeyê artêşa betalan her diçe mezin dibe. Bi krîza aborî ya ku kur bûye her diçe betalên nû zêdetir dike, Utku Tutar ê beşa Endezyariya Makîneyê ya Zanîngeha Egeyê qedandiye ji ber ku kar nabîne karên wekî anketorî, garsonî û karên paqijiyê bê sîgorte dike û bi vî rengî hewl dide ku debara xwe bike.

Li Tirkiyeyê ku bêkarî gihiştiye asta ji sedî 13, her roja ku diçe bêkar zêdetir dibin. Li welat bêîstîkrarsizbûna siyasetê bandorê li ser jiyanê dike, ciwanê bi navê Utku Tutar ê ku beriya 2 salan ji beşa endezariya makîneyê ya Zanîngeha Egeyê mezun bû ji ber kar nabîne di karen paqijî, garsun û yên din de dixebite û debara xwe dike.

‘EM 5 KES LI MALEKÊ DIBÎNIN Û XWARINÊ DI ÇENTÊ XWE DE DIGERÎNIM’

Tutar diyar kir ku karen ku dike rojane ne, tu mafên wî yên sosyal tune ne û wiha got: “Bêyî ku sîgorte û ewlehiya min hebe ez zivistanê li ber sermaye havînê li ber germe 12 saetan dixebitim. Li beramberî xebata 12 saetan ez rojê 40 yan jî 50 TL digirim. Ez bi 5 hevalên xwe re li malekê dimînim li gel vê jî ez nan û çaya xwe di çenteyê xwe de digerînim. Ger wiha nebe ez nikarim debara xwe bikim.”

Tutar, da zanîn ku ji bo kar li hemû deriyan xistiye lê ji ber krîza aborî ew kar nabîne û wiha got: “Li aliye din jî mecburim ku jiyana xwe bidomînim. Ez belavokan belav dikim, karen anketan dikim, garsuntî û kare paqijiyê dikim û pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih tînim. Bi rastî li cihekê çay vexwarin ji bom in bûye tiştekî gelek biha. Hikûmet polîtîkayên rast nade meşandin. Ji ber polîtîkayên derve yên Tirkiyeyê sanayî hilweşiya ye. Ez vê ne tenê ji bo şer dibêjim, ji berk u hikûmet di her alide gotinên rageşiyê bikar dianî her kesê dizanî ku dê krîza aborî dekeve û derket jî.”

'HIKÛMET BI BIRSÎBÛNÊ TERBIYE DIKE’

Tutar, diyar kir ku hikûmet dihêle ku mirov di şert û mercên herî xirab de bijîn û wiha axivî: “Hikûmet welatiyan bi birsîbûnê terbiye dike. Me mecbûrî karen wiha dike. Ji ber ku min dibistan xwend ez ketim ferqa gelek tiştan de. Di gelek aliyan de bûm xwedî zanîn lê xwezî min ne xwendibaya ji ber ku ez nikarin pîşeya xwe bikim. Kar dîtina min nabe çareserî. Çareseriya bêkariyê ketina min a kar nîne. Dê pergal artêşa bêkaran caredin ava bike. Çareserî piştgiriya mirovan û hevgirtina mirovane.”