Greva karkerên Metalê bi ser ket

STENBOL - Rêveberiya EMÎS û Yekbûyên Metal-Îşê, di civîna bi banga Wezareta Xebatê de li hev kirin. Lihevkirina ku dê du salan bidome,fabrîkayên ABB, Schneider Enerjî, Scheneider Elektrîk û General Elektrîkên 2 hezar û 200 karkeran digire nava xwe.

Karkerên endamên Sendîkaya Yekbûyên Metal-Îşê ku di fabrîkayên EMÎS’ê de dixebitin, ji ber greva hatiye qedexekirin bi awayekî fîîlî domandin Wezareta Xebatê ket dewrê û bang li rêvberên navendên EMÎS û Yekbûyiyên Metal-Îşê kir ku li Enqereyê bicivin. Li ser daxwaza rêveberên EMÎS’ê ya bi la çalakiya ji kar berdanê bê rawestandin, li ser daxwaza rêveberiya navendî ya Yekbûyiyên Metal-Îşê çalakiya dest ji kar berdanê bi dawî bû.

Pitre hevdîtinên destpêkirin, heta saetên şeve berdewam kirin. Sendîkayê diyar kir k udi encamê de wan li hev kirine.

Li gorî lihevkirinê, ji bo saetên pereyan ji bo 6 mehên destpêkê 1.20, ji sedî 7 zêdebûn, ji bo 6 mehên duyemîn û sêyemîn jî enflasyon û 1 puan hat zêdekirin. Tenê ji bo fabrikaya Çîglî Schneider zema 6 mehên destpêkê 1 lîra û ji sedî 7 zêde bû. Di mafên civakî de jî hat diyarkirin ji bo sala destpêkê ji sedî 27, ji bo sala duyemîn jî enflasyon û puanek hatiye zêdekirin.