Di doza Somayê de daxwaza pisporan carek din hat redkirin

MANÎSA - Di doza ku derbarê facîaya Somayê de hatiye vekirin de daxwaza parêzeran a rapora pisporan bê girtin û pispor di rûniştina dozê de bên guhdarkirin hat redkirin.

Doza facîaya Somayê k udi encamê de 301 karkeran jiyana xwe ji destdabûn û 6 jê girtî 46 kes tên darizandin 15’emîn rûniştin wê li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê hat dîtin. Di doza ku kesên girtî û parêzerên wan û parêzerên gazîndkeran têde amade bûn de nûnerên partiyên siyasî, civaka sivîl û malbatên karkeran amade bûn.

DAXWAZ HATIN REDKIRIN

Parêzerê bersûc Can Gurkan Kadîr Çetîn di roja duyemîn de xebata bi mijara “Ceribandinên li ser birîqîna metalan” peşkeş kir. Dadgehê destpêkê ev belge xwend. Piştî xwendina belgeye dozgerê dozê mutalaya xwe da. Dozger di mutalaya xwe de, xwest ku kesên girtîne, halê wan ê girtî bidome, kesên pispor û doktor bên guhdarkirin, raporek nû bê girtin, girtina Alp Gurkan û Mustafa Yîgît û daxwaza bi zorê anîna Alp Gurkan, Mustafa Yîgît, Hayrî Kebapçilar, Haluk Evînç û Murat Bodur red kir.

Piştî mutalayê heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir daxwaza rapora kesên pispor û li dadgehê guhdarkirina wan red kir. Piştî biryara heyetê ya navberê, saetek navber dan dadgehê û piştî navberê tê payîn ku parêzerên gazindkeran derbarê beyanên xwe yên bingehîn peşkeş bikin.