'Bazara koleyan a Romayê' ya Rihayê bûye wargeha betalan

RIHA - Qahwexaneyên Rihayê ji betalan xalî nabe. Li Qahwexaneya Betalan a li qada Samsatê, wek bazara koleyan a Romayê ya 2 hezar sal berê, karker tên hilbijartin. Hemalê ji bo kar bê hilbijartin, wê rojê xwe wek kesekî bisiûd hîs dike.

Li navçeya Haliliye ya Rihayê, di nava rojê de Qahwexaneya Betalan a li qada Samsatê ji mirovan xalî nabe. Bi krîza aborî her diçe kûr dibe, hêviya betalên li qahwexaneyê rûdinên jî qedandiye. Ji devê her karkerê ku hûn dest dirêjî wî dikin, gilî, gazin û sitem dibare. Betalên temanê wan di navbera 18-75 salî de, ji şeveqê ve li qahwexaneyê wek namzetên hemaliyê bi hêviya ji aliyê kardêran ve bên hilbijaryin rûdinên. Heke ji aliyê kardêran ve neyên hilbijartin wê rojê bêyî çend qurîşan qezenc bikin berê xwe didin malê. Qahwexane, di dema kêliya hilbijartina kardêran û nêrîna betalên ji bo hilbijartinê, mirovan 2 hezar sal şûnde dibe û li bazarên koleyên ên Romayê radiwestîne.

JIYANÊN BI PARAVANAYÊ HATINE DABEŞKIRIN

Ji betalên li benda kar Ali Durmaz ê 55 salî yê restaûranta ku di navbera wê û qahwexaneyê de paravana heye nîşan dideû wiha balê dikêşe ser nehwekheviya bi paravanayê hatiye dabeşkirin: "Em li cem vê restaûrantê ne. Lê belê, em li ku, ew li ku. Ev neheqiyeke mezin e. di navbera me û kesên diçin wê restaûrantê de bi qasî çiyayan ferq heye." Durmaz anî ziman ku, ew sibehê saet di 5'an de ji bo kar li qada Samsatê dicivin û wiha got: "Berê kar derdiket. Niha tune ye. Qezenca me nediyar e. roj heye 40 lîre, roj heye 50 lîre an jî 100 lîre. Îro ji ber hewa sar e kes tune ye. An jê li vir 300 kes berhev dibe. Em nikarin debara xwe bikin, lê ka em çi bikin, mecbûr in. 5 zarokên min hene û ez hemûyan didim xwendin."

HEKE LI ENQEREYÊ XALÊ TE TUNE BE...

Ji karkeran Mehmet Celal Aydin, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şaş ên welat krîza aborî rû daye û wiha axivî: "Em heta 6'ê êvarî li keviyên rê disekinin. Ev du meh e me tu tişt qezenc nekiriye. Hin kes bi 15-20 lîreyî diçin kar. Herî zêde 30 lîre. Dê bi vî 30 lîreyî xercaneyê bide zarokên xwe? Dê heqê kirê bide? Dê çawa debara xwe bike?" Dema Aydin wiha dibêje hemû karkerên din bi yek dengî wiha dibêjin: "Heke li Enqereyê xalê re hebe kar heye, tune be kar tune ye."

'BI VÊ BIRÇÎBÛNA XWE ÎJAR EM Ê DI REFRANDÛMÊ DE BÊJIN 'ERÊ''

Bavê 8 zarokan Zek Duran (45), dema jiyana xwe ya zor û zehmet tarîf dike li dijî hikûmetê bertek nîşan dide. Duran, balê kişand ser referandûmê û wiha got: "Ji Na'yê re hindik ma. Em hemû dibêjin Na. Em ê di referandûmê de nebêjin 'erê'." Duran, pêkanînên di dema Serokê Şaredariya Rihayê ya Partiya Refahê İbrahim Halil Çelik bi yên îro re dan ber hev û wiha bertek nîşan da: "Serokê şaredariyê yê berê hebû, apê wî jê re digot, 'Xelê kurê min, bes e te Rihayê xwar. Berde hinekî ez bixwim.' Îktîdara niha jî dibêje, 'Xoce, bes e te cîhan xwar, berde hinekî jî em bixwin.'"

NAN LAZIM E...

Fehmi Kan ê 55 salî jî şert û mercên xwe wiha tîne ziman: "Ev gel tim perîşan e. Her kes muhtacî nan bûye. Em ji serê sibehê ve tên û disekinin. Nan lazim e, şekir lazim e, rûn lazim e."

Arjin Dilek Oncel-Dîhaber