KESK: Komîsyona OHAL'ê xapandine

ENQERE - Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, têkildarî avakirina Komîsyona OHAL'ê axivî û diyar kir ku beriya referandumê wekî ku pêvajoya vedigere rewşa asayî nîşan didin û ev ji xapandinê wêdetir ne tu tişte.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), têkildarî avakirina Komîsyona OHAL'ê li Navenda Giştî ya KESK'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de endam û rêveberên KESK'ê û Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen amade bû. Di civînê de Ozgen axivî û diyar kir ku avakirina Komîsyona OHAL'ê xapandin e. Ozgen, destnîşan kir ku wekî her carê ev jî xapandine û wiha got: "Ev komisyon xapandina AKP'ê ya bûye ji rêzê ye. Tu armanc û derdê AKP'ê ya pirsgirêka mexdûran çareser bike tune ye. Çima pêdivî bi vê komîsyonê dîtin. Dema komîsyona OHAL'ê ku AKP xist rojevê pir bi wate ye. Li 'Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropa' dê der barê qanûna 'Birevebirina saziyên demokratîk ên li Tirkiye' ji bo bi lezgîn têxin rojevê ya na biçin dengdayînê. Çavdêrî û venêrtina Tirkiye piştî AKP’ê bi hêjmara 685'an a KHK’ê rawestand AKP ket nava hewldanan.

'DÊ ROJÊ LI 100 DOSYAYAN BINERIN'

Ozgen, anî ziman ku heta niha zêdeyî 100 hezar kedkarên cemaweriyê ji peyvirê hatine girtin û wiha got: "Bi sedan komeley vakif, rojname, tv, radyo, ajansên nûçeyan, weşanxane, sendîka, konfederasyon, saziyên taybet ên tenduristiyê, saziyên taybet ên perwerdehiyê hatin girtin. Malên wan hatin desteserkirin. Gelo Komîsyona ku 7 kesan pêk tê dê çawa karibe li dosyaya hemû kesan binere? Ji niha de ger ku ji 100 hezar kesên hatin îxrackirin jê 50 hezar kes serî li komîsyonê bidin, komisyon dê rojê li zêdeyî 100 dosyayan binere. Ji bo serî li DMME'ê bidin divê bi salan rawestin.

'EV DESTESERKIRIN E'


Ozgen, destnîşan kir ku ew tenê vegera karmendên ku hatine îxrackirin li kar vegerin qebûl nakin, her wiha di vê pêvajoya ku ji kar hatine dûrxistin jî dixwazin ew mexdûriyeta wan bê bersivandin. Ozgen xwest hemû neheqiya li wan hatiye kirin tev bê bersivandin û mafê wan ê hatiye binpêkirin dîsa bê dayîn. Tu derdê AKP'ê yê mexdûriyetê derbas bike tune. Ev beriya referandumê xapandin e."