SÊRT - Karkerên Kana Madenê ya Koma Cinerê ku di bin baneya Park Elektrikê de dixebitîn û ji bo hevalên xwe dest bi çalakiya grevê kiribûn, li ser navbênkariya Waliyê Sêrtê navber dan çalakiya grevê. Li gel karkeran 3 rojin navber da çalakiyê jî hêj patronan hevdîtin nekiriye.
Li Kana Madenê ya Koma Cinerê piştî di 17'e Kanûnê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest da, li şûna hesab û lêpirsîn bê kirin, karker ji kar hatin dûrxistin. Karkerên Park Elektrikê yên di bin baneya Koma Cînerê de dixebitin piştî ji 449 karkeran 142 karker ji kar hatin dûrxistin, karkeran di 19'ê kanûnê de dest bi çalakiya grevê kirin. Karkerên ku dest bi çalakiya rawestîna kar kirin, rêveber û nûnerê Sendîkaya Maden-Îşê jî piştgirî da wan. Piştî Waliyê Sêrtê ket navbera karkeran û patronan û diyar kir ku dê muzakereyan bikin, karkeran navber da çalakiyên xwe. Lê 3 roj derbas bûn heta niha tu gav nehatine avêtin û patronan hêj tu hevdîtin nekiriye. Walî diyar kiribû ku Rêveberên Cinerê herî dereng dê di 25'ê Çile de bên Kana Madenê ya Şirvanê û bi karkeran re hevdîtin bike.
Nûnerê Sendikaya Maden Îşê yê Sêrtê Mehmet Açikça, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku li gel Walî roja hevdîtinê diyar kir jî hêj nûner û rêveberên Koma Cînerê bi wan re hevdîtin nekiriye. Açikça anî ziman ku diviya bû Rêvberên Cînerê di 25'ê Çile de bi wan re hevdîtin kiribûya, lê 3 roj derbas bûn hêj tu hevdîtin nehatiye kirin.