MELETÎ - Li Meletiyê ji ber pêşketina teknolojiyê êdî pîşe û çanda sifirkerîyê winda dibe. Her çend daxwaz zêde be jî ji ber ku oste tune ev çand û pîşe winda dibe.
Çand, huner û pîşeya sifir û sifirkeriyê sal bi sal winda dibe. Ji ber teknolojî pêş dikeve huner û pîşeya sifirkeriyê bê qîmet dibe. Ji ber qîmetê wê namîne jî ostayên sifirkeriyê jî dest ji vî pîşeyî berdidin û dest bi kar û pîşeyek din dikin. Li Meletyeyê jî pîşeyê û çanda sifirkeriyê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Sûka Sifirkeran a Meletiyê ku zêdeyî 80 sal berê hat avakirin îro dengê çakuç û çinge çinga destê osteyan bilind nabe. Suka ku dema nû hat avakirin 370 kargeriyên sifir hebû bi sedan oste lê dixebitmîn îro tenê nêzî 20 kargerî dixebitin û huner û pîşeya sifirê dikin. Li sûka sifirkeriyê ku berhemên wekî sîtil, tas, yendok, tawek beroj û gelek hunerên din dihatin kirin, roj bi roj tune dibe.
DAXWAZ ZÊDE BÛ LÊ OSTE TUNE
Di demên dawî de daxwaza sifir zêde bû, lê vê carê osteyê sifirkeriyê tune ye. Bi taybetî daxwaza li hemberî tas, sîtil, satil, beroj, tawek û sêniyên sifir daxwaz zêde bûye, lê osteyên vî pîşeyî berdewam bikin pir kêm in. Osteyê Sifir Orhan Aşit ê 50 sali diyar kir ku hêj 10 salî bû dest bi vê pîşeyê kir û wiha got: "Berê jî osteyên satilan, osteyên sîtilan, osteyên tas û sêniyan Osteyên niqil û beroşan û taweyan cuda bûn. Lê sal bi sal oste kêm bûn. Her ku teknolojî pêş ket eleqe kêm bû. Her ku eleqe kêm bû oste jî kêm bûn. Niha li gund û navçeyên Meletiyê bi giştî tenê 30 oste mane. Berê tenê sifir hebû. Zêde tûtya û elemyon tune bû. Hemu firaxên mutbexê sifir bû. Di demê berê de rojê 20 muşteriyên me hebûn. Lê niha rojê 2-3 muşterî tên an nayên. Di demên dawî de daxwaz zêde bûye. Lê vê carê oste kêm in. Em dibêjin xwezi ciwanek bihata fêr bûbûya û me ev pîşe fêrî wi kiribûya. Ger wisa bidome ev pîşe dê di demek nêzîk de winda bibe. Ez niha 50 salî me. 5-6 hevalên min ên di temenê min de hene. Berê 150 osteyên sifir û qilayê hebûn. Niha tenê 5-6 kes mane. Oste Ramazan Demirhan jî anî ziman ku mirov dîsa li sifir vedigerin, lê vê carê oste nabînin.