Şaredariya Îzmirê peymana TÎS'ê îmze kiriye lê pêk nîne

ÎZMÎR - Serokatiya Daîreyên Park û baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê li gel ku peymana Zagonên Karkeran û TÎS'e îmze kiriye jî maşînên serwîsê ku divê tenê di xizmeta karkeran de be, van maşîneyan wekî pêjgeh, salona westînê, cilguhertin û depoya zexîre bikar tîne.

Serokatiya Daîreyên Park û baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê, her çendî peymana Zagonên Karkeran û TÎS'e îmze kiriye jî maşînên serwîsê li gorî berjewendî û armanca xwe bikar tine. Her çend di peymanê de tê gotin ku divê maşîneyên serwisa karkeran tenê di xizmeta karkeran de be, wekî pêjgeh, salona westînê, cilguhertin û depoya zexîre tê bikar anîn.
Dîsa karkerên ku li qadên şantiye û karê derve dixebitin, di hemû saetên mesaiyê de havînan di nava germaya zêde û zivistanan jî di nava sermaya zêde de li derve dixebitin.

EWLEHIYA KARKERAN TUNE

Şaredariya ku ewlehiya kar û tenduristiya karkeran li ber çavan nagire, di heman demê de maşîneyên karkeran hem wekî depoya malzeme û hem jî serwîsên kişandina mazotê bikar tînin. Karker li derve li ber sobeyên komirê neçar dimînin xwe germ bikin. Karkerên ku li derve dixebitin neçar dimînin ku pêdiviyên xwe yên duwaletê li tuwaletên seyar pêk bînin.

Karkerên ku nexwestin navên xwe bidin, diyar kir ku peyman tenê li ser kaxizê heye, lê hemû mafên wan ên sendîkayî tê binpêkirin û keda wan tê xwarin. Karkeran anîn ziman ku 4 salin wan pirsgirêkên xwe ji hemû rayedaran re parvekir, lê tu kesî daxwaz û pirsgirêkên wan li ber çavan negirt. Karkeran anîn ziman ku wekî koleyan dixebitin û gotin êdî bes e.


Sakip Yaşar dihaber