ÎZMÎR - Li Şaredariya Karabaglara Îzmîrê karkerên tu encam ji hevdîtinên Peymana Karê Giştî negirtin dest bi grevê kirin.
Di hevdîtina Peymana Kar a Giştî (TÎS) ku navbera rêveberên Şîrketa KARBEL a aîdî Şaredariya Karabaglara Îzmîrê û sendikayê hatin kirin de tu encam derneket. Li ser lihevnekirinan karkeran îro di saetên sere sibê de dest bi grevê kirin. Li avahiya xizmetên bingehîn û şantiya karkerên paqijiyê yên li taxa Uzundereyê pankartên grevê hatin hilawîstin û di greva ku ji aliyê Sendîkaya Giştî ya Hêjmar 5 a girêdayî DÎSK’ê ve hatiye birêxisatinkirin de hezar karker neçûn ser kar. Li navçeyê xizmetên şaredariyê hatine rawestandin. Li aliyê din ji ber pêvajoya OHAL’ê di çarçoveya qedexekirina grevan de ger grev paşde bê dayîn sendîka û karkeran diyarkirin ku ew ê qedexeyê nasnekin û dê greva xwe bidomînin.
Di hevdîtina ku pêşnûmeya TÎS’ê ji 76 madeyan pêktê şaredarî sedî 7 li karkeran ferz dike lê karker jî ji sedî 15 zem dixwazin.