Cara 22’emîn hat binçavkirin

MELETÎ - 4 endamên KESK'ê yên bi biryara KHK’ê ji peyvirê hatin dûrxistin, bi silogana "Ez karê xwe û keda xwe dixwazim" 22 rojin çalakiyê pêk tînin û cara 22'emîn car hatin binçavkirin.

4 endamên Şaxa Egîtîm Sen û SES'ê yên Meletiyê ku di çarçoveya biryarên KHK'ê de ji kar hatin dûrxistin, 4 heftene ne li Qada Emeksiz bi slogana “Ez karê xwe û keda xwe dixwazim" çalakî pêk tînin. Kedkarên ku 22 rojin çalakiyê pêk tînin, cara 22'emîn hatin binçavkirin. Polîsan carek din mudaxale kir û 4 kedkar ku dowîz vekirin û xwestin daxuyaniyê bindin binçavkirin. Mamoste Ozkan Karataş û Erdoğan Canpolat û endamên tenduristiyê Cengiz Ugurlu di roja 22'an de çalakî pêk anîn û xwestin rûnên. Di çalakiya îro de mamosteyê kedkar Engin Karataş jî piştgirî da çalakiyê. Polîsan kedkarên girêdayî Sendîkaya KESK'ê binçavkirin û piştî bi hinceta muxalefet ji qanuna qebehetê re kirine 219 TL cezayê pereyan li wan birî û ew serbest berdan.