Sendîkavan bi erdê re kişandin û binçavkirin

MELETÎ - 4 endamên KESK'ê yên bi biryara KHK’ê ji peyvirê hatin girtin ên 23 rojin ji bo parastina mafê xwe çalakiyê pêk tînin, dîsa rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan 4 sendîkavan li gel 3 kedkarên ku piştgirî dan çalakiya wan hatin binçavkirin.

4 endamên Şaxên Egîtim Sen û SES'ê yên Meletiyê ku bi biryara KHK'ê ji peyvirê hatin dûrxistin, 4 hefte ne li Qada Emeksiz bi silogana “Ez ked û mafê xwe dixwazim" çalakiyê pêk tîne. 4 endamên sendîkayên girêdayî KESK'ê di roja 23'emîn de çalakiya xwe li qadê berdewam kirin. Endamên Egîtîm Sen û SES'ê Ozkan Karataş, Erdogan Canpolat, Cengîz Uğurlu û Umut Sertaç Okdemir çalakiya xwe li qadê berdewam kirin. Endamên KESK'ê Engin Karataş ku li Bodrumê hat îxrackirin, Sibel Balaç ku ji Antalya hat îxrackirin û Akademisyen Nuriye Gulmen a ji Enqereyê hat îxrackirin jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Kedkarên ku li Qada Emeksizê di roja 23'emîn de kom bûn û çalakî pêk anîn rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di çalakiyê de kedkara hatiye îxrackirin Gulmen got: “Gelê Meletiyê, em kesên ku bi biryarên KHK'ê ya OHAL'ê ji peyvirê hatine dûrxistin kedkarên demokrat û şoreşger in. Îktîdara AKP'ê bêyî lêpirsînê bide meşandin di nava rojekê de em ji kar dûr xistine û îxrac kirine. Ji hemû gelan bi OHAL’ê teslîmiyetê dixwaze. Em vê teslîmiyetê qebûl nakin. Heta roja ku em ji karê xwe hatin avêtin em her dem li pişt kedkaran û karkeran bûn. Îro jî ji bo em mafê xwe paşve bigirin û li keda xwe xwedî derkevin em li vir çalakiya rûniştinê pêk tînin."

Polîsan piştî axaftina Gulmen mudaxale kir û 7 kedkarên sendîkayê bi erdê re kaş kirin û bi zorê li maşina zirxî suyar kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Meletiyê.