SÊRT - Li navçeya Şîrwanê 11 karkerên Kana Madenê ya girêdayî Firmaya Park Elektrik a Koma Cinerê ji kar hatin dûrxistin.
Firmaya Park Elektrik a Koma Cinerê 11 karkerên kana madenê yê li navçeya Şîrvana Sêrtê ji kar dûrxistin. Fîrmayê berê jî 142 karker bi carekê, 8 karker bi carekê ji kar dûr xistibûn. Karkerên ku ji kar hatibûn dûrxistin dest ji kar berdabûn û çalakî pêk anîbûn. Piştî Waliyê Sêrtê bi wan re hevdîtin kir û soz da wan ku dê pirsgirêkê çareser bike karkeran dest ji kar berdabûn. Di 17'ê Mijdarê de li Kana Madenê hezan pêk hatibû û 16 karkerên di bin axê de mabûn jiyana xwe ji dest dabûn.