Di çile de 161karker mirin

STENBOL - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora meha Çile aşkere kir. Li gorî rapora ÎSÎG'ê li 50 bajar û 3 welatên cuda bi giştî 161 karkeran di qezaya kar de jiyana xwe ji dest dan.


Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora meha Çile aşkere kir. Li gorî rapora ÎSÎG'ê di meha çile de 161 karkeran di qezaya kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporê ji 161 mirovên jiyana xwe ji dest dan jê 149 karker û karmend in û bi heq dixwebitin. 12 kes jî di karê xwe de dixebitîn. ÎSÎG'ê da zanîn ku ji ber demsalê karê înşatê kêm bûye û bi vê yekê re cînayeta kar a li înşaatê jî kêm bûye û wiha cih da raporê: "Li gel çalakiya greva karkerên setrora metalê jî di cînayetên kar de hêjmar zêde bûye.

HERÎ ZÊDE KARKER LI STENBOLÊ BÛN QURBANA CÎNAYETÊN KAR

Li gorî raporê hêjmara karker û kedkarên li bajaran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane wiha ye: "25 karkeran li Stenbol, 12 karker li Îzmir, 8 li Antalya 8 li Konya, 6 li Bursa û 6 li Rihayê, 5 li Edene û 5 li Dîlokê, 4 li Enqere, 4 li Denizlî, 4 li Manisa, 4 li Zonguldak û 4 li Kirgizistanê, 3 li Aydin, 3 li Balikesir, 3 li Bartın, 3 li Mereşê, 3 li Kocaeli, 3 li Sêwas û 3 li Trabzonê, 2 li Artvin, 2 li Bedlis, 2 li Bolu, 2 li Çanakkale, 2 li Isparta, 2 li Qeyserî, 2 li Mêrsîn, 2 li Mugla, 2 li Mûşê, 2 li Samsun, 2 li Tekirdag û 2 li Uşakê 1 li Bayburt, 1 li Çewlîkê, 1 li Amedê, 1 li Duzce, 1 li Edîrne, 1 li Erzîngan, 1 li Giresun, 1 li Hatay, 1 li Karabuk, 1 li Qers, 1 li Kastamonu, 1 li Kirşehir, 1 li Kutahya, 1 li Nevşehir, 1 li Nîgde, 1 li Ordu, 1 li Rize, 1 li Sakarya, 1 li Dersim, 1 li Abhazya û 1 li Îranê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.