Ji madena Zonguldakê heta madena Şîrvanê 'Na'

ENQERE - Karkerên Madenê ku di 5 salên dawî de nêzî 500 kesan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku ew ji Soma heta Zonguldak û ji wir heta Şîrvanê dibêjin "Na".

Di serdema hikûmeta Ak Partiyê de nêzî 17 hezar karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di 15 salên dawî yên cînayetên kar de Tirkiye di nava welatên Ewropa de 1'emîn û di cihanê de welatê 3'emîn e. Di salên dawî de herî zêde karkerên madenê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li Soma, Ermenek, Torunlar û herî dawî li Şîrvanê komkujiyên cînayetên kar pêk hatin. Li gorî raporê di 5 salên serdema AKP'ê de li Tirkiye 500 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan.

SEROKDEWLETÎ ZIK TÊR NAKE'

Yek ji karkerê Kana Madenê ya Îmbat a Somayê ku komkujiya herî zêde li wir pêk hat Oktay Turkmen diyar kir ku ew dê dengê "Na" bikar bîne û heta ji destê wî bê dê mirovan ji bo "Na" bi rêxistin bike. Turkmen, sedema "Na" wiha got: "Ji ber ku hemû raye, erk û gotin di destê yek kesî de kom dibe Ez dibêjim Na. Em dibêjin pêwiste daraz serbixwe be. Ez teqez tiştekî wisa qebûl nakim. Ger ku Serokdewletî bê jî pirsgirêk çareser nabin. Ger ku serokdewletê bê dê meaşê min bibe 5 hezar TL? Heqê herî kêm dê bibe 2 hezar TL? Betalî û birçîbûn dê xelas bibe? Divê hemû karkerên madenê teqez ji vê pergalê re bêje Na"

ÇARESERÎ NE SEROKDEWLETÎ YE

Karkerê Kana Balçinlarê Omer Kaplan a Zanguldakê dixebite jî anî ziman ku çi dibe bila bibe ji bo karkerên madenê tiştek nayê guhertin û wiha got: "Çi dibe bila bibe çareserî ne Pergala Serokdewletiyê ye. Ev pergala Serokomariyê tu pirsgirekan çareser nake. Ger ku karkerên madenê bibin yek û tifaq tê hemû pirsgirêkan çareser bikin. Tenê çareserî yekîtî ye.

'KESÊN HURMETÊ NÎŞANÎ WEKÎLÊN ME NEDIN DÊ ÇAWA NÎŞANÎ ME BIDIN'

Karkerê madenê Şahabettîn Açikça yê li Kana Şîrwana 16 karkerên lê jiyana xwe ji dest da dixebite jî diyar kir ku hurmetê nîşanî wekîlên wan dani û kesên hurmetê nîşanî wekîlê wan nedin hurmetê nîşanî wan jî nadin. Açikça, anî ziman ku yê berî referandumê ji bo karkeran tiştekî neke piştî wê jî tiştekî nake.