'Ji bo me edalet xwest em girtin û zarokên me birçî hiştin'

MANÎSA - Parêzerên ku bi karkerên madenê Gokhan Ayaydin û Volkan Çetîn ên ji ber xebatên xwe yên sendîkayê ji kar hatin avêtin û hatin girtin re hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku muwekîlên wan bi kiryarê qatlîama Someyê ve li heman girtîgehê tên girtin, herdu karkeran ji nameya ku ji girtîgehê şandin de jî ragihandin bi awayekî nehiqûqî hatine girtin bi vî rengî hevser û zarokên wan mehkumî birçîbûnê hatine kirin.

Li Kana Madenê ya Soma û Ermenekê pişti komkujî pêk hatin, karkerên ku ev bûyer şermezar kirin ji kar hatin dûrxistin. Karkerên madenê Gokhan Ayaydin û Volkan Çetin ên li dijî van komkujiyê li ber Madenvaniya Îmbatê di ber xwe dan û li Bajarê Îzmirê Komeleya Têkoşina piştevaniya Karkerên Madenê ya Navçeya Kinikê avakirin, di 26'ê Mijdara 2016’an de di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û hatin girtin. Ayaydin û Çetîn, 8 rojan di bin çavan de man û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Bêyi delil hatin girtin û şandin Girtîgeha tîpa T a Şakranê. Sendîkavan Ayaydin û Çetin, sedema girtin û neheqiya li ser wan tê kirin bi riya nameyekê parve kirin.

'GELEK ZAROK BÊ BAV MAN'

Ayaydin û Çetin, di nameya xwe de diyar kirin ku piştî komkujiya li Somayê ji bo mafê karkeran biparezin dest bi têkoşînê kirin û wiha cih dan nameyê. "Me pişytî komkujiya li Somayê me li Kinika Îzmire dest bi têkoşînê kir. Heta niha bi sedan hevalen me ji ber ku tedbîr nehatin girtin di cînayetên kar de ji yana xwe ji dest dan. Gelek jê birîndar bûn û niha nikarin kar bikin. Gelek zarok bê bav û gelek hevser bî man. Ne tenê li Somali li Ermenekê jî êş zêde ne. Hêj qêrîna dayika 'Kurê min bi avjeniyê nizanîbû' di guhê min de ye. Kesên gotin 'xweşik mirin' û diwazin mijarê biguherin. Ji bo ev êş dubare nebin me li Kinikê me komele avakir."

'ME JI KEDXWARIYÊ RE GOT BES E'

Ayaydin û Çetin, di berdewamiya nameya xwe de anîn ziman ku ew bûn şahid ku hevalên wan di bin kurahiya zikê erdê yê Madena Ermeneke de hatin definkirin û wiha cih dan nameyê: "Patronan gotin çi karê we li Ermenekê heye û em ji kar dûr xistin. Dema doza Soma dest pê kir em her dem beşdarî dozê bûn. Em li dozê xwedi derketin. Yekem berpirsiyarê komkujiyê patronên Maden Îş'ê yê girêdayî Turk-Îşê ne. Me xwest ji vê kuştitnê re bêjin bes e. Sendika dema bi şîrketan re peymanê çêdike divê xal bi xal ji karkeran re bêje û wan der barê mafê wan de agahdar bike. Me wekî rêveberê komeleyê mafê karkeran got. Ji ber vê yekê em rêveberê komeleyê jî di navde
32 kes ji kar hatin dûrxistin. Dema me li dijî dûrxistina kar çalaki pêk anî jî em rastî zextan hatin. Berxwedana me rê li pêş derxistina 700 karkeran girt. Em nêzî 30 caran hatin binçavkirin. Berxwedana me ya 68 rojan gihişt serketinê. Me li Soma pişti berxwedane disa li karê xwe vegeriyan. Pişti vê pêvajoyê Walî û Qeymeqam zext li ser komeleya me meşandin. Ji ber ku komeleya me ew aciz kirin polîsan bi ser komeleya me de girt."


'SEYRANA ME JÎ ASTENG KIRIN'

Ayaydin û Çetin, destnişan kirin ku dema çûn seyranê jî gera wan asteng kirin û dibistana havînê ku ji bo zarokên xwe vekiribûn ji sûc dîtin û wiha dawî li nameyê anîn: "Me ji bo zaroken xwe dibistana havînê amade kir. Me xwest zarokên xwe fêrî çand û muzîkê bikin. Lê wan bi qasî dijminantiya kedê dikir dijminantiya çand, hunera zarkan jî kir. Polîs û cendirmeyan dibistana havînê ya zarokan asteng kir. Gotin 'Ev terorîst in' û asteng kirin. Gotin em destûr nadin hûn dibistana havînê li Cemxaneye çêkin. Kengî qeymeqam deriyê xwe li me vekiriye ku em neçûne?. Em mal bi mal geriyan û me mafê karkeran vegot. Ji bo ku em edaletê dixwazin û li pey edaletê ne em hatin girtin. Em girtin û zarokên me û hevserên me mahkumî birçîbûnê kirin. Em dizanin ku tiştê bi serê me de hatiye bi sere gelek rewşenbir, hunermen, siyasetmedar û rojnamegeran de jî hatiye. Em bawer dikin ku li Soma ji ber ku wekî 301 hevalên me em qetil nekirine dixwatin li vir dengê me qut bikin. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku hûn dengê me bidin bihîstin. Em naxwazin tu kes li hemberî bê edaletê bêdeng biminin. Em ji her kesî dixwazin li mafê xwe yê edaletê bigerin û em dibêjin Em edaletê dixwazin."

Parêzeran jî diya rkirin ku Can Gurkan û rêveberên şîrketê di heman girtîgehê de tên girtin.