NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan êrîşê endamên KESK’ê yên ku ji bo endamên xwe yên hatine îxraçkirin li gelek navendan çalakiyan pêktînin kirin. Li Meletî 30 û li Enqereyê jî 3 sendîkavan hatin derpkirin û hatin binçavkirin.
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ji bo endamên xwe yên bi KHK’ê hatine îxrackirin li gelek navendan bi çalakî û daxuyaniyan xwest endamên wan vegerin ser kar. Endamên platforma Enqereyê ji bo OHAL bê rakirin, KHK’yên ku ewlehiya kar ji holê tên rakirin bên betalkirin û îxrackirin paşde bên vekişandin li ser Kolana Sakaryayê hatin cem hev. Endamên KESK’ê yên hatin cihê kombûnê ji aliyê polîsan ve bi hinceta “qedexeye” destû ne hat dayîn.
Endamên KESK’ê ku diyarkirin ku qedexe dijhiqûqiye û dixwazin mafê xwe yê şermezarkirinê bikarbînin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di vê navberê de polîsan bi gaza îsotê êrîşî sendîkavanan kir.
3 kes bi derpkirinê hatin binçavkirin.
MELETÎ
Lİ Meletiyê endamên Egîtîm Sen û SES’ê Ozkan Karataş, Erdogan Canpolat, Cengîz Ugurlu û Umut Sertaç Okdemîr çalakiya ku bi dirûşmeya “Ez karê xwe dixwazim” destpêkirine di roja 26'emîn de didomînin. Gelek endamên KESK’ê ku piştgirî dan çalakiya li Qada Emeksîzê tê lidarxistin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan herî kêm 30 endamên sendîkayê bi derpkirinê binçav kir.
Endamên KESK’ê yên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Bajar.
ÎZMÎR
Platforma Şaxa Îzmîrê jî ji bo îxrackirin û derxistina kar a bi KHK’yan şermezar bikin çalakiya rûniştine dabûn destpêkirin û vê hefteyê li ber Konak Eski Sumerbank pêk anîn. Ji bilî kedkarên cemaweriyê nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em ê teslîmî îxrackirin, durxistin û cezakirina we nebin” hat hilgirtin û dirûşmeyên “Em ê teslîmî taritiyê nebin” “binçavkirin, girtin û zext me bêzar nakin” hatin berzkirin.
Li ser navê girseyê endamê SES’ê Umît Dogan, axivî. Dogan diyar kir ku bi KHK’yan re giştî ji 100 hezaran zêdetir kedkar hatin îxrackirin û wiha got: “AKP di bin navê hesabpirsîna ji darbekaran, dest bi tasfiyekriina kesên wekî wî nahizirin kiriye. Tu eleqeya endamên me bi darbe û darbekaran re tune ye. Ger hûn ji bo endamên me hedef nîşan bidin û ji bo alîgirên xwe bi barêzin di nava hewldanan de bin hûn xwe dixapînin. Mafê xwebirêxistinkirina karkeran ji wan re na hat dayîn wan bi têkoşîne bidestxistin. Ev êrîşên ku li dijî endamên me îro pêk hatin, me ji riya me nake bila hemû kes bizanibe.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû ji ber rewşa hewayê ya xirap çalakiya rûniştinê pêk nehat.