STENBOL - Nêzî hezar karkerên înşaeta Şandiyeya Skyland İstanbul ji ber şert û mercên xerab ên kar dest ji kar berdan.
Li Seyrantepe ya Stenbolê nêzî hezar karkerên înşatê yên li Şantiyeya Skyland İstanbul ji ber şert û mercên xerab ên kar dest ji kar berdan. Karkerên înşaetê ji ber qutbûna ceyranê û şertên xerab ên kar dest ji kar berdan. Gelek polîs çûn qada ku karkeran dest ji kar berdan. Sala par li qada şantiya behsa wê tê kirin karker Veysel Karani Keleşoglu 1,5 kilometre dûrî qada înşatê li qada molozan mirî hatibû dîtin.