STENBOL - DÎSK’ê diyar kir ku peywira wan ewe ku di referandumê de ji guhertinên qanûna bingehîn re bêjin “Na” û wiha bang li karkeran kir: “Hûn ji kîjan partiyê bin bibin, em bi hevre ji Tirkiyeya ku vedigere dujeha karkeran re bêjin Na.”
Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), derbarê helwesta xwe ya qanûna bingehîn ku dê biçe referandumê de li Otela Hîll a Taksîmê civînek çapemeniyê li darxist. Di civîna ku pankarta “Ji bo welat û pêşeroja karkeran re Na” hat hilawîstin de gelek kes tevlî bûn. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko daxuyanî da û derbarê nirxandinên civîna Lijneya Wezîran a bi rojeva referanduma qanûna bingehîn ku di 3’yê Sibata 2017’an de li Navenda Giştî ya DÎSK’yê de pêkanîn û biryara ku dayîne xwe bi raya giştî re parve kir.
‘GUHERTIN DÊ KRÎZÊ BI XWE RE BÎNE’
Beko diyar kir ku di nîsanê de dê referanduma ku pêşeroja welat diyar bike bê pêkanîn û wiha got: “Ev dengdan ji dengdanên din cudatire. Destûr ne hat dayîn ku gel guhertinên qanûna bingehîn nîqaş bikin. Di şertên wiha de pêkanîna referanduma guhertinên qanûna bingehîn dê rewatiya xwe tune be. Qanûna bingehîn peymana civakî ye û qanûnên ku ji aliyê hemû aliyên gel ve tê qebûlkirin dikare hizur, biratî û rihetiyê bîne welat. Bi qanûna ku nîviya gel dibêje Erê û nîvî dibêjen Ne ku naveroka wê nayê zanîn Tirkiyeyek bi hêz nayê avakirin berovajî wê dê bêîstîkrarsiya siyasî û krîzê bi xwe re bîne.”
'PEYWIRA ME EWE KU EM BÊJIN NA’
Beko da zanîn ku wekî DÎSK’î ew li dijî guhertina qanûna bingehînin û wiha pêde çû: “Ger hemû raye di destê serokomar de kom bibe dê cudahiyên nav welat tune bibin. Bingeha van guhertina ji holê rakirina pergala parlamenteriyê ye. Ev guhertin dê hemû azadiya ji holê rake. Tercîha DÎSK’ê her tim pergala azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Ji ber vê peywira me ewe ku em ji rêveberiya otoriter, zextkar û kefrî re bêjin Na. Em di vê roja dîrokî bi vekirî bang li hemû karkeran dikin. Em bang li hemû sendîkayên ku demokrasî û azadiya Tirkiyeyê dixwazin dikin ku li dijî van guhertinên ku gef li azadiya civakê dixwe, mafên kedkaran û xeyalên wan ji holê radike bi hevre helwest bigirin. Em ji Tirkiyeya ku dibe dojeha karkeran re bi hevre bêjin Na. Hûn deng bidin kîjan partiye bidin, ji kîjan serokî hez dikin bikin, ger mesele pêşroja welat û karkeran be vê carê em bi hevre bêjin Na.”
Piştî Beko, Koordînatorê AR ê DÎSK’ê Doç. Dr. Hakan Koçak, rapora “Di rejîmên serokatî û parlamenteriyê de mafê karker û pêşdeçûnê mirovî” ya bi sernavê “Serokatî ji karkeran re zirare” xwend.