Koçak: Divê kedkar wek peymaneke kar di refrandûmê de tercîhekê bikin

STENBOL - Koordînatorê Lêkolînê yê DÎSK'ê Hakan Koçak, mafên karkeran ên li welatên bi pergala Demokrasiya Parlementeriyê û pergala Serokatiyê tên birêvebirin anî hemberî hev û ji bo refrandûmê banga "Na"yê li kedkaran kir. Koçak, anî ziman ku dema karker tercîhekê bikin divê wek peymaneke karî li guherandinê binihêrin.


Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) maf û huqûqa karkeran ên li welatên bi pergala Demokrasiya Parlementer, Serokatiyê û Nîv-Serokatiyê tên birêvebirin berawirdî hevdu kir û banga "Na"yê li kedkaran kir. DÎSK'ê daneyê ku "pergala serokatiyê" xesarê dide karkeran parve kirin. Di rapora bi navê "Di rejîmên Serokatiyê û Parlementeriyê de Mafên Karkeran û Pêşveçûna Însanî" ya hat daxuyandin de, hat destnîşankirin ku ji sedî 84 mafên sedîkayî herî zêde li welatên ku bi rejîma parlementeriyê tên birêvebirin di ewleyiyê de ne.

Koordînatorê Lêkolînê yê DÎSK'ê Doç. Dr. Hakan Koçak, der barê rapora ku ji daneyên bernameyên pêşveçûyînê yên Konfederasyona Sendîkayên Navnetewî (ITUC), Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) û Neteweyên Yekbûyî (NY) sûde wergirtin û amadekirin axivî.

‘ME DI PERGALA SEROKATIYÊ DE MAFÊN KARKERAN RAÇAV KIR'

Koçak, anî ziman ku wan di platformên siyasiyî de pergalên welatên bi serokatiyê û nîv-serokatiyê tên birêvebirin û pergala ku li Tirkiyeyê tê xwestin wê têxin meriyetê, mafên karkeran berawirdî hev kiriye û wiha got: "Me wek DÎSK'ê li pergala serokatiyê ya van dewletan nihêrî û me xwest bibînin ku da rejîma serokatiyê dixwaze dîmeneke çawa derdixîne holê."

Koçak, diyar kir ku wan li gor daneyên van welatan berawirdî kiriye û wiha got: "Tişta bi awayekî herî giştî em dikarin bibêjin mafên sendîkayî ne... Di warê şert û mercên xebata karkeran û endeksa pêşveçûyîna însanî de, ev li welatên bi rejîma serokatiyê tên birêvebirin zaf li paş e. Lê li welatên ku bi pergala parlementeriyê tên birêvebirin jî, ev zaf li pêş e. Ji aliyê hemû krîterên me esas girtin, bê guman ev wiha ye."

‘DI PERGALA PARLEMENTERIYÊ DE BINPÊKIRINA MAFAN KÊMTIR E'

Koçak, ragihand ku li welatên bi pergala parlementeriyê tên birêvebirin wan xwe gihandiyeke encameke ku karker hîn bêtir dijîn û wiha diyar kir: "Karker, hîn hindiktir rastî qezayên karî tên, mafên sendîkayî di asteke hîn bilindtir de tên parastin û bêtir karker fêdeyê ji mafê peymana giştî werdigirin. Di warê newekheviya zayendiya civakiyî de jî welatên bi pergala serokatiyê tên birêvebirin li paştir in."

‘TEMSÎLIYETA HÊZDAR DI REJÎMÊN PARLEMENTERIYÊ DE YE'

Koçak, di warê mafên karker û sendîkayî de jî balê kişand cudahiya di navbera pergala serokatî û pergala parlementeriyê de û wiha domand: "Di warê mafên karkeran de cudahiye herî girîng ev e; helbet ji bo karker bi awayekî hêzdar temsîliyeta xwe bikin, ji bo bi awayekî hêzdar dengê xwe ragihînin, xwe birêxitin bikin û derfetên hatina gel hev bi dest bixin bêguman pergala parlementeriyê hînbêtir derfetan berpêş dike. Li welatên bi rejîma serokatiyê tên birêvebirin jî ev hîn li paştir in." Koçak, balê kişand ser kêmaniyên pergala parlementeriyê jî û wiha axivî: "Her çi qas tam ne mukemel be jî, rêxistinên karkeran fonksiyonên hêzeke hîn bêtir bi cih tînin. Lê di ya din de, dnegê karkeran bêtir tê tepisandin. Ji ber vê li vir jî binpêkirina mafan dertê holê. Dibe sedema guherandina şert û emrcên karkeran."

‘WEK PEYMANEKE KAR BIFIKIRIN'

Koçak, pêşniyar kir ku dema karkeran tercîhek kir divê wek peymaneke kar biçin referandûmê û wiha axivî: "Karker bi peymaneke kar dest bi kar dikin. Û em sendîka tim dibêjin, her tim peymanên ku hûn bi wan nizanin îmze nekin. Em dibêjin dema we tiştek îmze kir baş lê binihêrin. Ji ber vê em ji bo vê jî wiha dibêjin. Heke Qanûna Bingehîn peymaneke mezin a civakiyî be, teqez divê pêşî kedkar bên agahdarkirin, divê zanibin ew çi tesdîq dikin an jî nakin. Em di vê mijarê de jî heta ji destê me tê em bi awayekî tenduristiyane kedkaran agadhdar dikin."

CUDAHIYÊN ZÊDE NE

Li gor hin encamên lêkolînê: "Li Gor Rejîma Siyasiyî Rêjeya Welatên Xwedî Pêşveçûyîna Kêm a Însanî;

Pergala Serokatiyê: ji sedî 65
Nîv-Serokatiyî: ji sedî 23
Parlamenter: ji sedî 12

Li Gor Rejîma Siyasiyî Bi Nêvengiyî Ji Dema Welidînî Ve Bendewariya Temen;

Pergala Serokatiyê: ji sedî 67
Nîv-Serokatiyî: ji sedî 67
Parlamenter: ji sedî 76

Bi Awayekî Herî Zêde Parastina Mafên Sendîkayî;

Pergala Serokatiyê: ji sedî 8
Nîv-Serokatiyî: ji sedî 8
Parlamenter: ji sedî 84

Li Gor Rejîma Siyasiyî Rêjeya Welatên Bi Awayekî Zêde Xwedî Pêşveçûyîna Însanî;

Pergala Serokatiyê: ji sedî 10
Nîv-Serokatiyî: ji sedî 8
Parlamenter: ji sedî 82

Li Gor Rejîma Siyasiyî Rêjeyên Sendîkavaniyê;

Pergala Serokatiyê: ji sedî 11,9
Nîv-Serokatiyî: ji sedî 15,4
Parlamenter: ji sedî 28,6

Li Gor Rejîma Siyasiyî Kesên Heftê Zêdeyî 48 Saetan Dixebitin;

Pergala Serokatiyê: ji sedî 26
Nîv-Serokatiyî: ji sedî 11
Parlamenter: ji sedî 8”