Rêxistinên kedê gotin 'Na'

ENQERE - Rêxistin û sendîkayên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê diyar kirin ku pirsgirêk bi sînorkirina rayeya meclîsê çareser nabe û dijberî vê yekê li ser esasê piraniyê çareser dibe û ji her kesî xwest tercîha xwe ya "Na" bikar bînin.

Konfederasyonên Sendikayan ên wekî KESK û DÎSK'ê û rêxistinên Yekitiya Odeyên Mimarên û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) û Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB), têkildarî referandumê li Navenda Giştî ya TMMOB'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Li salonê pankarta "Li Qanûna Bingehîn a Dîkta û Rejîma Yek Mirovî re Na" hat daliqandin. Di civînê de Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, Serkokê Giştî yê TMMOB'ê Emin Koramaz, Serokê Giştî yê TTB'ê Sinan Adiyaman û Cîgirê Serokê Giştî yê DÎSK'ê Cafer Konca amade bûn. Serokê Giştî yê TMMOB'e Emin Koramaz, diyar kir ku di vê pêşnûmaya nû ya qanuna bingehîn de çareserî tune û dê bêtir pevçûn, rageşî û pirsgirêkan kurtir bike.

Koromaz, referanduma di şertên OHAL'ê de jî rexne kir û wiha got: "Ev pêşnumeya qanûna bingehîn dê rê li pêş yek mirovî û diktariyê vekin." Koramaz, da zanîn ku li Tirkiye gelek pirsgirêk li benda çareseriyê ne û wiha got: "Ev pêşnûma dê erk û sînorê TBMM'ê teng bike. Divê erk û rayeya meclîsê firehtir bibe. Aboriya Tirkiye di krîzê de ye. TL roj bi roj qimetê xwe winda dike."

'KESK, DÎSK, TMMOB û TTB DIBÊJE NA'

Koramaz anî ziman ku KESK, DİSK, TMMOB û TTB dê bêjin "Na" û em bang li her kesî dikin ku hilbijartina xwe ya "Na" bikar binin.