Karkerên Denîzliyê: Ji Şîrwanê heta Somayê cinayetên kar sedema 'Na' ye

DENÎZLÎ - Li Denîzliyê karkeran diyar kir ku, ji Şîrwanê heta Somayê hemû cinayetên kar ji bo wan sedema herî mezin a "Na"yê ye û wiha gotin: "Em ê di referandûmê de dengê 'Na'yê bikar bînin û xwedî li xwêdana eniya xwe derkevin."

Li Denîzliyê, karkeran got ew ê di referandûmê de dengê "Na"yê bi kar bînin û dest nîşan kirin ku, ji Şîrwanê heta Somayê hemû cinayetên karî ji bo "Na"yê sedema wan a herî mezin e.

‘BI DESTÊ XWE EM GORA XWE NEKOLIN'

Karkerê tesîtatên gaza xwezayî Mehmet Çatalbaşoglu, dest nîşan kir ku dê bi pergala serokatiyê re qedexeya grevan bê û wiha axivî: "Dê bi pergala serokatiyê re patron li gor dilê xwe karkeran bikin kole, dê heqê wan li gor dilê xwe diyar bikin. Dê pergala serokatiyê xizanan xizantir, dewlemendan dewlementir bike. Dê karker bi vê pergalê re bên eciqandin." Çatalbaşoglu, dest nîşan kir ku dê bi pergala serokatiyê re hejmara karkerên zarok zêde bibe û wiha got: "Em wek hemû karker, kedkar, jin bi destê xwe gora xwe nekolin. Divê hemû kedkar li qadên xwe yên xebatê 'Na'yê birêxistin bikin."

‘EM JI HIKÛMETÊ BAWER NAKIN'

Karkerê înşeatê Mehmet Diler wiha got: "Mirovê bê îrade kole ye. Yên dixwazin koletiya wan bidome fermo bila bibêjin 'Erê'." Diler, dest nîşan kir ku dê bi pergala serokatiyê re mafên tu karkeran neyên parastin, di Qanûna Bingehîn a dixwazin bînin de têkildarî karker û kedkaran de tu madeyek tune ye û ji ber vê ew ê dengê 'Na'yê bi kar bîne. Diler, diyar kir ku li welatekî ku dîktatorî hebe rewşa ku dê karker têkevinê dê rewşeke ecêb e û wiha axivî: "Em niha jî bi kesekî ku rêgeza Serokomatiyê bin pê dike re rû bi rû ne. Di vê rewşê de em nikarin bibêjin 'Erê'. Axaftinên hikûmetê yên niha me karkeran qanih nake. Ev tenê jî ji bo me sedema 'Na'yê ye."

‘DÊ BI 'ERÊ' RE KOLETÎ BÊ'

Diler, ragihand ku heke di referandûmê de "Erê" derkeve dê ji bo karkeran careke din serdema koletiyê dest pê bike û wiha got: "Berê karker çawa ku ji bo nanoziko dixebitîn, ev ji bo niha jî derbasdar e. Niha heqdesta em digirin jî koletî ye. Ez ji pergala koletiyê re dibêjim 'Na'. Dê rejîma yekzilamî îradeya me bin pê bike. Em ê li dijî vê li her derî 'Na'yê birêxistin bikin."

‘JI BO 'NA'YÊ GELEK SEDEMÊN ME HENE'

Karkerê înşeatê Erol Beler, diyar kir ku pêvajoyeke ku dnegê karkeran tê tepisandin dest pê kiriye û wiha axivî: "Nima em bi pergaleke ku hêza wê ya kirînê kêm bûye, di heqdestan de tu gavên baş nayên kirin, ewlehiya kar tune ye re rû bi rû ne. Dê mafên me yên heyî jî bên xespkirin. Ji xwe mafên me yên sendîkayiyî tune bûn, lê dê ev bi serokatiyê re xerabtir bibe. Ev tenê jî ji bo 'Na'yê bes û pir in."

‘ŞÎRWAN Û SOMA SEDEMA ME YA NA'YÊ NE'

Beler wiha pirsî, "Ma îro kedkar bi heqedstê werdigirin dikarin debara xwe bikin?" wiha dest nîşan kir: "Kesî dema li Somayê xizmên madenvanan rastî pehînan hatin, ji bîr nekiriye. Feraseteke ku kardêr diparast hebû. Ew feraset bi salan e Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Niha jî dixwaze bi tena serê xwe bi rê ve bibe. Dê xerabtir bibe. Ji bo ji Şîrwanê heta Somayê karker nebin hevparê cinayetên karî divê bibêjin 'Na'."