Mamsoteyê hat îxrackirin dikana ecînê vekir

AMED - Mamosteyê 18 salan Abdullah Korkmaz ê bi KHK'ê hat îxrackirin, bi alîkarî û piştevaniya hevalên xwe yên mamoste dikana ecînê vekir. Korkmaz ê niha debara xwe bi dikana ecînê dike ji bo hevpîşeyên xwe yên di heman rewşê de ne tewsiyeya "Hêviya xwe winda nekin" kir.

Mamsoteyê rehberê û endamê Egîtîm-Sen'ê Abdullah Korkmaz (43) ê di 29'ê Cotmehê de bi KHK'ê hat îxrackirin, piştî îxarcê li Amedê dikana ecînê vekir. Me bi bavê zarokekê Korkmaz re, pêvajoya ji mamsotetiyê ber bi dikana ecînê ve çû axivî. Korkmaz wiha diyar kir: "Karmendî ne her tişt e. Di felesefeya jiyana me de qutifandin tune ye. Ji bo em li ser piya bimînin me her tim li ber xwe da. Em ê ji bo jiyaneke birûmet, têkoşîna xwe ya birûmet bidomînin."

Korkmaz, diyar kir ku wî di 1999'an de dest bi mamostetiyê kiriye, beriya Amedê wî li Silopiyayê mamostetî kiriye û got, di 18 salên mamsotetiya xwe de di navbera wî, welî û xwendekaran de tim têkiliyên însanî hebûne. Korkmaz wiha axivî: "Min her hewl da ez bi xwendekarên xwe, bi weliyên xwe re têkiliyên însanî deynim. Bawer dikim pêvajoya min a hîndekarî û perwerdehiyê serkeftî bû. Piraniya xwendekarên min bûn xwedî pîşe."

‘PIŞTÎ ÎXRACÊ PIR NEHEYIRÎM'

Korkmaz, got wî demeke dirêj hewl dida tayînî Amedê bibe, piştî tayînî Amedê bûye bi 3 hefteyan hatiye îxrackirin û wiha domand: "Min ji zûv de her hewl dida tayîna xwe bînim Amedê. Beriya îxracê bi 3 hefteyan hatibû tesdîqkirin. Dema ji bo malê bikişînim çûm Silopiyayê, hîn bûm ku hatime îxrackirin. Piştî îxracê pir neheyirîm. Min zanibû diviya ez tiştekî bikim."

‘HEVALÊN MIN ÊN MAMSOTE ZAF ALÎKARÎ KIRIN'

Korkmaz, diyar kir ku ew bi eslê xwe ji Rihayê ye û li malê jî ew ecînê çêdike û wiha axivî: "Ji ber ji Rihayê me ecînê baş çêdikim. Me got em dikaneke ecînê vekin. Min got divê xwemalî Rihayê, xasî Rihayê be. Min dikana xwe ya ecînê vekir. Di vê pêvajoyê de hevalên min ên mamsote zaf alîkarî kirin. Sendîkaya em girêdayî wê ne Egîtim-Sen û endamên KESK'ê, hem yên ji peywirê hatine dûrxstin, hem jî yên endamê wan in û esnafên hawirdorê alîkariya me kirin. Minetdarê wan im."

‘KRÎZA ABORÎ BANDORÊ LI ME JÎ DIKE'

Korkmaz, anî ziman ku wek her kesî krîza aborî bandorê li wan jî kiriye û got, hedefa wî ew e ku heta meha Remezanê dikana xwe ya ecînê li ser piya bihêle. Korkmaz wiha axivî: "Hedefa min ew e ki heta Cejna Remezanê dikana xwe li ser piyan bihêlim. Krîza aborî wek hemû esnafan bandorê li min jî dike. Ez mirovan fêm dikim, ji rewşa xwe dizanim çimkî, ji bo zexîre jî pereyên mirovan tune ye."

‘KEÇA MIN XERCANIYÊ NAXWAZE'

Korkmaz, diyar kir ku pêvajoya heyî bandorê li keça wî ya 8 salî jî kiriye û got, herî zêde keça wî pêvajo fêm kiriye û wiha axivî: "Zaroka min xercaniyê ji min naxwaze. Yanî zarokeke 8 salî dema diçe dibistanê, ji rewşa min fêm dike. Heke zarokek jî di ferqa vê de be, îjar hûn bifikirin bê krîza aborî di kîjan astê de ye."

‘BILA TU KES JI ME HÊVIYA XWE WINDA NEKE'

Korkmaz, got divê hevalên wî yên wek wî hatine îxrackirin jî hêviya xwe winda nekin û wiha domand: "Bila tu hevalên me hêviya xwe winda nekin. Heke karekî wek ecînê zor dikaribe bê kirin, nexwe her kes dikare li ser piya bisekine. Helbet zehmetî tengasî dê hebin, lê karmendî ne her tişt e. Gelek kes ji me di biçûkantiya xwe de xebitiye, hin ji me desmal firotine, hin ji me pêlav boyaxkirine, hin ji me li înşeatan xebitîne, li zeviyan, baxçeyan, li çiyayan xebitîne û em hatine heta roja îroyîn û em ê ji niha û şûn ve jî bi keda xwe vê bidomînin."

‘JI BO JIYANEKE BIRÛMET, EM Ê TÊKOŞÎNEKE BIRÛMET BIDOMÎNIN'

Korkmaz, anî ziman ku ji bo îdameya jiyana xwe ew ê li hêlekê têkoşîna xwe ya kedê bidomînin û ew ê li hêlekê jî ji bo mafên xwe yên hatine binpêkirin jî di warê huqûqî de bitêkoşin. Korkmaz wiha diyar kir: "Ji bo mafên me yên hatine xespkirin jî em serî li riyên huqûqî, darazê bidin û em ê mafên xwe wergirin. Di felesefeya jiyana me de qutifandin tune ye. Ji bo em li ser piya bimînin me her tim li ber xwe da. Em ê ji bo jiyaneke birûmet, têkoşîna xwe ya birûmet bidomînin."