ENQERE - Li Tirkiye hêjmara mirovên betal li gorî daneyên fermî 3 milyon û 715 hezar derbas kir. Hêjmara ciwanên betal ji sedî 23 derbas kir.
Saziya Îstatistika Tirkiye rapora betaliyê ya Tirkiye aşkere kri. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiye (TUÎK) di salekê de 600 hezar kesên betal zêde bûn Li gorî raporê hêjmara mirovên betal ên temenê wan di ser 15 salî re di mijdara 2016'an de 590 hezar kesên betal zêde bûne û hêjmara betalan 3 mîlyon û 715 hezar kes derbas kiriye. Rêjeya betaliyê bi zêdebûna 1,6 puanî derket asta ji sedî 12,1'an.
Rêjeya ciwanên betal jî bi zêdebûna 1,9 puanî gihişt ji sedî 14,3'an. Rêjeya ciwanên temenê wan di navbera 15-24 salî de bi zêdebûna 3,5 puanan rêje gihşt ji sedî 22,6'an. Rêjeya betaliya kesên temenê wan di navbera15-64 salî de jî bi zêdebûna 1,6 puanan gihişt ji sedî 12,3'an.
590 HEZAR BETAL MAN Û 391 HEZAR KESAN DEST BI KAR KIR
Li gorî raporê kesên dest bi kar kirin di meha mijdara 2016'an de li gorî salek berê 391 kes zêde bûn. Hêjmara kesên kar dikin gihişt 27 milyon û 67 hezar kesan. rêjeya kesên kar dikin nehat guhertin û ji sedî 45,8 e. Di qada sektora çandiniyê de 101 hezar kes kes kêm bûn. Kesên li dervê çandiniyê dixebitin jî 491 hezar kes zêde bûn. ji sedî 18,7 di çandiniyêde, ji sedî 19,6 di qada pîşesaziyê de, ji sedî 7,4 di qada înşatê de, ji sedî 54,2 jî di qada sektora xizmete de cih girtin. Hêza kar dimeha mijdara 2016'an de li gorî salek berê 980 hezar kes zêde bûn û hêjmar gihişt 30 milyon û 781 hezar kesan.
Di heman demê de kesên li dervê qeydan dixebitin jî zêde bûn. Di mijdara 2016'an de li gorî salek berê 0,7 puan zêde bûn û rêjeya kesên li dervê qeydan dixebitin derket ji sedî 33,3'an.
RAQAMÊN RAST BÊTIR BILIND IN
Li gori dane û lêkolîna Enstîtuya Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK-AR) jî hêjmara kesên betal û kesên li dervê qeydan dixebitin ji daneyên TUİKê zêdetir in. Li gorî daneyên DİSK'ê hêjmara kesên betal 6 milyon û rêjeya betaliyê jî ji sedî 20 e.