STENBOL- Karkerên înşeatê, diyar kirin ku ji ber di guherandina Qanûna Bingehîn de têkildarî wan tu sererastkirinek tune ye ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Karkeran wiha got: "Em ê ji bo tu qanûneke bingehîn a me nasnake nebêjin 'Erê'" û da bibêjin "Na" bang li hemû karkerên înşeatê kirin.
Li gor daneyên Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Karkeran (ÎSÎG), di sala 2016'an de ji 970 karkerên di cinayetên akrî de jiyana xwe ji dest dane 442 jê karkerên înşeatê ne. Karkerên înşetaê diyar kirin ku, ew ê di refrandûmê de bibêjin "Na". Karkerên ku li qata 10'emîn a şantiyeya înşetaê dixebitîn û me bi wan re hevdîtin çêkir, gotin ew ê di refrandûma 16'ê Nîsanê de dengê "Na"yê bi kar bînin.
DÊ ŞANTIYE BI ŞANTIYE BIGERIN
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Înşeatê Mustafa Adnan Akyol, diyar kir ku mirov dikare ji bo karkeran pêvajoya referandûmê bi hevokekê pûxte bike û wiha got: "Em ê ji hemû qanûnên bingehîn ên em ne tê de ne û ji me nehatiye pirsîn re bibêjin 'Na'." Akyol ê balê kişand ser şert û mercên jiyana karkerên înşeatê û anî ziman ku, ew otelên pênc stêrk çêdikin û piştî ew diqedînin ew tevî hevjîn û zarokên xwe nikarin têkevin otelê û heke wan bigirin jî pereyên wan tune ne. Akyol, şantiyeya lê dixebitin mînak da û wiha got: "Piştî ev der biqede, dê me nexinê. Em ji hemû sazûmaniyên bi vî rengî re dibêjin 'Na'." Akyol wiha sedemên "Na"yê vegot: "Mafên karkeran tên xespkirin, cinayetên karî çêdibin, karker di şert û mercên nebaş de dixebitin, ewleyiya kar sifir e û patron û saziyên ku dibin sedema vana rastî titştekî jî nayên, helbet em ê ji vê qanûna bingehîn a ji aliyê van kesan tê ve amadekirin bibêjin 'Na'." Aykol bang li hemû karkeran kir, da bibêjin "Na".
'EM Ê JI TU QANÛNEKE BINGEHÎN A ME NASNAKE RE NEBÊJIN 'ERÊ''
Endamê Sendîkaya Kar a İnşeatê Remzi Yilmaz jî wiha got: "Di tu madeyên qanûna bingehîn a nû de ji bo şert û mercên karkeran sererastkirinek tune ye." Yilmaz, wek karkerekî bang li hemû karkerên înşetaê yên kurd û tirk kir da di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha got: "Em di vê referandûmê de dibêjin 'Na'. Ji bo 'Na'yê em bang li hemû karkerên înşetaê dikin." Ji karkeran Mustafa Çetir jî diyar kir ku, karkerên tenê di dema hilbijartinê de tên bîra îktîdarê de û wiha dest nîşan kir: "Em ê ji bo tu qanûneke bingehîn a me nas nake nebêjin 'Erê'." Çetir, anî ziman ku êdî dem hatiye ku karker hînî mafên xwe bibin û wiha got: "Heke karkerên înşeatê bibêjin 'erê' dê êdî sendîka jî nikaribin alîkariya karkeran bikin. Sibê heke xespeke mafî çêbibe em ê niakribin mafên xwe biparêzin. Ji ber vê divê em bibêjin 'Na'."