MANÎSA - Karkerên Kana Soma, diyar kirin ku 3 sal di ser cînayeta kar a Kana Soma re derbas bûn, lê di şert û mercên karê kanê de tiştek nehat guhertin. Karkeran anîn ziman ku ji ber şertên kar nehatine rastkirin qezayên nû di rê de ne.
Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13'ê Gulana 2014'an de cînayeta kar pêk hatibû. Di cînayeta kar de 301 karkerên madenê jiyana xwe ij dest dabûn. Karkerên kana madenê û xizmên karkeran diyar kirin ku 3 sal derbas bûn jî hêj di dozê de tu guhertin çênebûye. Her çend kana madenê ku cînayet lê pêk hat girtî be jî, di kanên madenê yên din de şert û mercên kar nehatine guhertin. Karkerên kanên madenê diyar kirin ku her çend hin guhertinên biçûk hatibin kirin jî hêj guhertinên ku rê li pêş cînayetan bigirin nehatine kirin. Karkeran anîn ziman ku şert û mercên kar her ku diçe bêtir xerab dibe.
'CÎNAYET ZÛ TÊN JI BÎR KIRIN'
Karkerê ku bi fikara ji kar bê avêtin navê xwe aşkere nekir, anî ziman ku berê jî gelek cînayetên kar di kanan de pêk hatin û lê ev cînayet zû hatine ji bîr kirin. Karker anî ziman ku 20 salin karê kanê dike û wiha got: "Ez berê li kana madenê ya Zonguldakê dixebitîm. Piştî şîrketa madenê hat girtin ez hatim li Somayê xebitîm. Berê tedbîr nehatin girtin. Lê piştî komkujî pêk hat hêj nû tedbîr girtin. Şert û mercên Kana Zonguldakê li gorî yên Soma hîn baştir bûn. Li Zonguldakê hindik be jî tedbirên kar hebûn, lê li Soma ew jî tune. Piştî cînayeta kar ku 301 karker mirin hêj nû hinek tedbîr hatin girtin. Lê ev tedbîr rê lipêş komkujiyên nû nagire.
‘CÎHAZÊN ŞOPANDINE ÇIQAS BI TENDURISTÎ NE NE DIYAR E'
Karker ani ziman ku piştî komkujiya kar di mafê karkeran de hin guhertin hatin kirin û wiha got: "Di destpêkê de hin heqê karkeran zêde kirin. Îro heqê karkerekî di madenê de dixebite di navbera 2.500 - 3 hezar TL de ye. Lê pirsgirêk ne tenê zêdebûna heq e. Pirsgirêk di aliyê tenduristiya karkeran û ewlehiya kar de ye. Divê rê li pêş qezayan bê girtin. Lê ev yek nehatiye kirin. Berî komkujiyê cîhazên şopandinê di kanên madene yên Soma de tune bûn. Piştî komkujî pêk hat cîhaz bi cih kirin. Cîhaz bi cih kirin, lê ev cîhaz çiqas dixebitin çiqas naxebitin ne diyar e."
‘HILBERÎN DI PÊŞIYA EWLEHIYÊ DE YE'
Karker, ani ziman ku di çavê karsazan de li kanê hilberîn berî tenduristiya karkeran tê û wiha got: "Hemû cînayetên kanên madênê dişibin hev. Li kanên Soma û yên din kar gelek zêde bûye. Lê dersê ji van bûyerên berê dernaxin. Hêj li kanên madenê asta germahiyê pir zêde ye. Ev rê li pêş cînayetên nû vedike. Ji bo bêtir kar bikin ewlehiya karkeran li ber çav nagirin. Ewlehî û tenduristiya kar ji bo wan tu bê qîmet e.
Karkerê di Madena Îmbatê de dixebite Ufuk Mirvan jî ani ziman ku piştî cînayeta kar a Soma dîsa jî di şert mercên kar û karkeran de guhertinek ber bi çav pêk nehat. Mirvan, anî ziman ku beriya cinayetê jî û piştî cînayetê jî zexta hilberîna kar li ser karkeran zêde bû û wiha got: "Ev zextên hilberînê her ku diçe zêde dibin. Piştî cînayeta kar heqê karkeran hinek buha bû. Her çend 3 hezar TL heq didin karkeran jî êşa wê ji pişta karkeran derdixin. Karker nikarin deqeyekê bêhna xwe vekin. Di kanên komirê de komir bi bantan derdixin ser zikê erdê. Destûr nadin deqeyekê ev bant rawestin. Ji bo wan kar û hilberîn ji ewlehî û tenduristiya kar bêtir girîngtir e."
Erdogan Alayumat/Sakıp Yaşar- dîhaber