ENQERE - Rayedarên Girtîgeha Sîncanê mafê hevdîtina parêzeran a bi Nuriye Gulmen û Semih Ozakça re 5 saet kêm kirin û ji 7 saetan daxistin 2 saetan. Gulmen û Ozakça, diyar kirin ku ew di bin tecrîda giran dene.
Akademîsyen Nuriye Gulmen û Semih Ozakça bi KHK'ê ji kar hatîn avêtin. Piştî Gulmen û Ozakça ji kar hatin dûrxistin 151 rojin di di çalakiya greva birçîbûnê dene. Gulmen û Ozakça yên li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sincanê tên ragirtin, mafê wan ji destê wan hat girtin. Rayedarên girtîgehê ji mafê hevdîtina parêzeran a bi Gulmen û Ozakça 5 saet kêm kirin û ji 7 saetan daxistin 2 saetan. Prz. Aytul Kaplan, diyar kir ku berê wan dikarîbû 7 saetan bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûya lê niha mafê ziyaretê bi sînor kirin û daxistin 2 saetan û wiha got: "Ev sînorkirin û astengkirina hevditinê bi tevahî keyfî ye. Karmendên înfazê diyar dikin ku ji bo Nuriye û Semih enfeksiyon nagirin biryarek wisa girtine. Lê divê ev biryar bijîşk bidin.
GULMEN Û OZAKÇA: EM DI TECÎRA GIRAN DENE
Kaplan, anî ziman ku Gulmen û Ozakça diyar kirin ku ew di bin tecrîda giran de tên hiştin û wiha got: "Muwekîlên min diyar kirin ku ew ne nexweşin û tu daxwaza wan a nexweşxaneyê jî tune ye. Lê li wir di tecrîdê de tên girtin û li dijî wan şerê derûnî û fîzîkêtê meşandin."
Kaplan, anî ziman ku ji ber refaqatvanen Gulmen û Ozakça tune parêzer refakata wan dike û ev biryar ji bo Nuriye û Semih bi tenê bihêlin digirni.