Daholvan Perînçek, reqas Erdogan e

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojeva Medya Mihyedîn Melko di nivîsa vê hefteyê de bal kişand ser têkiliyên Serokê AKP'ê Erdogan, Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek û Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî. Melko, destnîşan kir ku Erdogan li ber dahola Berînçek direqise.

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Mihyedîn Melko, di nivîsa xwe de bal kişand ser têkiliyên Serokê AKP'ê Erdogan, Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek, Melko, diyar kir ku heta 2014'an DYA Erdogan bi rêve dibir, lê piştî 2014'an Erdogan ji kontrola DYA derket û ket kontrola Bahçelî û Perînçek. Belko, di nivîsa xwe de anî ziman ku neteweperest û faşîstê tirk û serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek ku bi xiyaneta xwe ya li dijî çepgiran nav û dengê xwe belav kiriye, beriya çend rojan der barê rejîma Erdogan û AKP’ê de daxuyaniyeke gelekî balkêş da û wiha got: "Çi gotibû Perînçek em bi bîr bînin; 'Tayyîp Erdogan ji bo ku xizmeta wê ya li Rojhilata Navîn bike bi piştgiriya Amerîkayê hatibû ser desthilatdariyê û heta 2014’an jî di xizmeta Amerîkayê de bû. Lê piştî sala 2014’an Erdogan ji kontrola Amerîkayê derket û ket kontrola Tirkiyeyê. Piştî wê êdî ne ku Erdogan Tirkiyeyê bi rê ve dibe, Tirkiye Erdogan bi rê ve dibe…' Gelo Perînçek bi van gotinan dixwaze çi bibêje? Rastî ew e ku ev kesayeta hemû emrê xwe bi xiyanet, derew û bêbextiyê derbas kiriye, vê carê heqîqeteke dijwar aniye ziman. Rast gotiye ku niha Tirkiye ji hêla Erdogan ve nayê birêvebirin.Nexwe yên Erdogan û bi rêya wî Tirkiyeyê bi rê ve dibin kî ne? Bersiva vê pirsê Dogu Perînçekê cambaz bi zimanê xwe yê çepel îtîraf kiriye. Dema ku ew dibêje ‘Tirkiye Erdogan bi rê ve dibe’, bi zimanekî aşkera dixwaze bibêje ‘Ez Tirkiye me û ez û alîgirên xwe Erdogan bi rê ve dibin’."

Melko, pirsa "Gelo Perînçek bi van gotinan dixwaze çi bibêje?" pirsî û wiha dirêjî da nivîsa xwe: "Demeke dirêj e ku tê gotin Erdogan bi serbestberdana Ergenekonê tifaqeke nû ya nîjadperest ava kir. Dema mirov li axaftinên Erdogan guhdarî bike, di warê stratejîk de ji devê Dogu Perînçek û hevkarên wî diaxive û di warê siyasî de jî peyamên Devlet Bahçelî derdixe pêş. Piştî senaryoya derbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi lez û bez karmend, leşker û polîsên alîgirên Gulen û yên muxalîf ji mekanîzmayên dewletê avêtin û li şûna wan kadroyên Perînçek ên endamên Eniya Sêva Sor hatin bicihkirin. Li gelek sazî û dezgehên burokrasiyê jî kadroyên MHP’ê yên faşîst hatin peywirdarkirin. Lê cihên stratejîk jî ji endamên Artêşa Nepen a Erdogan re hatin hiştin."

Melko, anî ziman ku niha yên li Kurdistanê li hemberî gelê kurd sûcê mirovahiyê dikin û polîtîkayên qetlîamê dimeşînin alîgirên Perînçek û Bahçelî ne û wiha berdewam kir: "Ew ji Erdogan bi qasî gunehên xwe jî hez nakin. Lê ew niha Erdogan wek stûna dewleteke faşîst dibînin û lewre wî bi kar tînin. Helwesta Bahçelî û MHP’ê jî bi heman rengî ye. Polîtîkayên xwe yên derveyî mirovahiyê bi destê Erdogan û ekîba wî dixin merîyetê û ji vê yekê memnûn in. Lewre jî dema rexneyek li Erdogan tê kirin ewil Bahçelî wî diparêze. Lê her çend niha dahol di destê Perînçek de, zirne di devê Bahçelî de be û reqas Erdogan be jî, lazim e bê zanîn ku ev rewş ne domdirêj e."

Melko, herî dawî bal kişand ser wateya Berînçek û wiha bi dawî kir: "Wateya gotinên Dogu Perînçek ev e: “Me Erdogan ji xwe re kiriye fîgurasyon û pêlîstok, aktor jî ez im.” Dema rejîma Erdogan li hundir û derve hinekî din jî qels bû, em ê bibînin ku dê ev derdorên berjewendîperest derba herî mezin li bejn û bala Erdoganê dîktator bixin."