ENQERE – Piştî Amed û Stenbolê dê sibê li Wanê çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê dest pê bike. Navê wekîlên HDP'ê yên tev li nobetê bibin aşkere bûn.
Çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ku di 25'ê Tîrmehê de li Amedê start da hatibû û di 1'ê Tebaxê de li Stenbolê berdewam kir, dê di 8'ê Tebaxê de li Wanê bidome. Nobeta sibê Wan dewir bike dê bi axaftina Komcivîna Meclîsê ya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay dest pê bike. Li Wanê dê hefteyekê nobet bidome. Wekîlên tev li nobetê bibin aşkere bûn. Wekîl wiha ne: Osman Baydemîr, Nadîr Yildirim, Lezgîn Botan, Bedîa Ozgokçe, Alî Atalan, Adem Geverî, Kadrî Yildirim, Nîhat Akdogan, Meral Daniş Beştaş, Mehmet Emîn Adiyaman, Mehmet Alî Aslan, Dîlek Ocalan.
Nobeta Wijdan û Edaletê piştî Wanê dê li Îzmîrê berdewam bike.