Li Qisle û Pîlemûriyê ji ber êrîşan şewat derket

DÊRDIM – Li navçeyên Qisle û Pîlemûriyê piştî operasyonên leşkerî li 2 herêman şewata daristanan derket.

Li gorî agahiyên ji çavakaniyên herêmî hatin bidestxistin, li gundê Zaxge yê bi ser Pîlemûriyê û gundê Deşt ê bi ser Qisle ya Dêrsimê ve li çolterê operasyona leşkerî hat destpêkirin û pevçûnên dijwar diqewimin. Hat zanîn ku di saetên şevê de operasyon dest pê kir û ji ber êrîşa hewayî ya helîkoptêrên Kobra li çoltera gundan şewat derket. Ji qereqolan topbaran pêk tê û şewat li herêmê berfireh dibe. Di şewatê de gelek dar dişewitin.