53 rojin agahî jê nayê girtin: Qeyd polîsan nîşan dide

ÎZMÎR - Li navçeya Bornova ya Îzmirê piştî qeyûm tayînî Nexweşxaneyek Taybet hat kirin, xebatkarê wê Murat Okumuş ê wekî muşavîrê malî kar dikir 53 rojin agahî jê nayê girtin. Qeydên kamerayan polîsan nîşan didin.

Li navçeya Bornova ya Îzmirê piştî qeyûm tayînî Nexweşxaneya Taybet a Şifa hat kirin, xebatkarê nexweşxaneyê yê muşavirê malî Murat Okumuş 53 rojin agahî jê nayê girtin. Malbata Okumuş serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê dan û civîna çapemeniyê pêk anîn. Şahidê bûyerê diyar kirin ku Okuşu ji aliyê polîsên TEM'ê ve hatiye revandin. Dema polîsan revandiye qeydên kamera yên video jî hene. Malbatê anî ziman ku li gel qeydên kamera, şahid belge hene jî heta niha dewletê der barê mijarê de tu agahî nedaye wan.

Bav Ahmet Okumuş, anî zimanku li gorî kamerayan herî kêm 5 kesên ji 2 maşîneyan daketin kurêwi darp kirin û revandine.
Okumuş, anî ziman ku ew bi fikare delîlan reş bikin û xwestin aqûbeta kurê xwe fêr bibin. Okumuş, anî ziman ku 53 rojin heman cilî li xwe dike û alîkarî xwest.