ÎHD: Hevalên me serbest berdin

ENQERE – Navenda Giştî ya ÎHD’ê xwest ku Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveberên wan yên ku di çalakiya piştgiriya ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça de hatibûn binçavkirin serbest bên berdan.

Navenda Giştî ya ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirina rêveberên ÎHD’ê yên di çalakiya ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça de lidar xistibûn da. ÎHD’ê têkildarî mijarê daxuyanek nivîskî da. ÎHD bibîr xist ku Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê û rêveberên wan ji bo Gulmen û Ozakça çalaki li darxistin û hatin binçavkirin. ÎHD’ê wiha got: “Polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir. Seroka Şaxa me ya Stenbolê û Alîkara Hevserokên me yên Giştî Gulseren Yolerî û gelek endamên ÎHD’ê hatine binçavkirin. Hevalên me ji 5’ê tebaxê roja şemiyê vir ve di binçavan de ne.”

‘TIRKIYE ZAGONÊN NY’Ê BINPÊ DIKE’

ÎHD da zanîn ku hevalên wan bi hinceta “Propagandaya terorê ya li dijî qanûnan” tên sûcdarkirin û tenê rêveberên ÎHD’ê li dijî helwesta polîsan daxuyanî dane. ÎHD’ê di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt got: “Bi taybetî di çend salên dawî de desthilatdariya sayasî li dijî parêzvanê mafê mirovan helwesta xwe aşkere kiriye û helwestek pir guherandî bikar tînin. Ev helwesta li dijî parêzvanê mafê mirovan nayê qebûlkirin. Tirkiye pir aşkere Danezana Parastina Parêzvanê Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî binpê dike û di vê binpêkirinê de israr dike. Neteweyên Yekbûyî û Komîsyona Ewropya vê helwestê bi tundî rexne kiribûn. Lê hêj desthilatdariya siyasî van rexneyan li ber çavan negirtiye û vê helwestê didomîne. Gulseren Yolerî û hevalên me ku bê çek û êrîş ramanên xwe aşkare kirine divê demildst serbest bên berdan.”