RIHA – Hevseroka Rêxistina DBP’a Rihayê Yasemîn Kiliç a ku bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” 5 mehin girtiye nehat tahliyekirin.
Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Rihayê ku ji 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ve girtiye bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” 5 mehin tê darizandin. Rûniştina doza ewil a Kiliç li 5’emîn Dadegeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Kiliç û parêzerê xwe di dozê de amade bûn û îdianame hat xwendin.
Kiliç di dozê de parastina xwe kir û hemû îdiayên li ser xwe red kir. Kiliç ji heyeta dadgehê tahliyeya xwe daxwaz kir. Parêzerê Kiliç, Hasan Kiliç jî destnîşan kir ku hevserokek ku xebatên partiya xwe bide meşandin û biaxive nakeve çarçoveya sucdariyê û tahliyeya muwekîla xwe xwest.
Piştî navberek kurt heyeta dadgehê berdewamiya girtina Kiliç xwest û dozê taloqî 24’ê mijdarê kir.