Yuksekdag dê cara ewil bi 3 kesên din re hevdîtin bike

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji roja girtiye heta niha ji bilî xizmên xwe nikaribû bi tu kesî re hevdîtin pêk bîne. Yuksekdag dê cara ewil vê hefteyê dikaribe bi 3 kesên din re hevdîtin bike.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag dê ji niha şûn ve wek hikumxwaran di girtîgehê de bê ragirtin. Yuksekdag ji ber bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” 11’emîn Cezayê Dadgeha Asliye ya Edenê salek ceza lê birî bû. Dê Yuksekdag ji niha şûn ve wek hikumxwar bê ragirtin.

Hat zanîn ku Yuksekdag heta îro ji bilî xizmên xwe yên nêz nikaribû bi 3 kesên dikarin biçin hevdîtina wê re hevdîtinê bike. Ji ber hikûmxware dê Yuksekdag ji îro şûn ve dikaribe bi 3 kesên din re jî hevdîtinê pêk bîne. Hat hînbûn ku Yuksekdag navê kesên biçin hevdîtina wê daye rêveberiya girtîgehê. Hat zanîn ku dê Alîkarê Serokê Giştî yê ESP’ê Sitki Gungor, Endama MYK’a HDP’ê Çîlem Oz û beriya wekîliya Yuksekdag bê xistin şêwirmenda wê Sonbul Akbay ku şêwirmendiyê dikir dê biçin hevdîtina Yuksekdag.

Li aliyê din ji ber ku Yuksekdag bûye girtiya hikumxwar hevdîtina parêzeran jî hatiye bisînorkirin. Di vê çarçoveyê de tenê dikare di saeta mesaiyan de bi 3 parêzeran re hevdîtin bike.