STENBOL – Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî di navde 41 kesên li Beşiktaşê hatin binçavkirin, dê wan sewqî dozgeriyê bikin.
Di çalakiya ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya li Stenbolê de polîsan êrîşî komê kiribû. Di êrîşê de Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî di navde 41 kes hatibûn binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin, piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Polîsan dê wan sewqî dozgeriyê bikin.
Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz Prz. Sinan Zincir, diyar kir ku muwekilên wî li midûriyeta polîsan mafê xwe yên bêdengiyê parastiye. Zincir anî ziman ku dê sibê saet di 11.00’an de wan derxgin Dadgeha Stenbolê ya li Çağlayanê.