RIHA - Penaberên Suriyeyî yên li Kampa AFAD'ê ya navçeya Wêranşarê bi sedema "dê xebat bê kirin" vala dikin û dê wan bişînin Edeneyê. Hin penaberan diyar kirin ku li Kampê Tîmên Taybet tên bi cih kirin.
Rayedarên qeymeqamiyê, Kampa AFAD'ê ya li zeviyên TİGEM'a Serêkaniyê hatiye avakirin û girêdayî Qeymeqamiya Wêranşarê ye dê vala bikin. Kampa ku nêzî 15 hezar penaber lê dimînin bi hinceta "Dê xebat bê kirin" dê wan bişînin Edeneyê. Di nivîsa ji Walitiya Rihayê re hat şandin de dê malbatên ku ji 1 -3 kesan pêk tê wan bişînin kampa AFAD'ê ya Pirsûsê û malbatên ku ji 4 kesan pêk tê jî dê wan bişînin Navenda Stargeha Demborîya Sariçamê.
TÎMÊN TAYBET BI CIH DIKIN
Penaberên li Kampê diyar kirin ku kampa bê valakirin dê tîmên taybet li wir bi cih bikin.