Gabar tê topbarankirin: Bi sedan dar şewitîn

ŞIRNEX - Şewata li Çiyayê Cûdiyê hîn jî didome. Li gel vê yekê, vê carê jî leşkeran Çiyayê Gabarê topbaran kir û ji ber vê şewat derket. Bi sedan dar bûn xwelî.

Li herêma Çiyayê Cûdiyê ji ber topbarana qereqolên cendrimeyan ên Gorumlu û Çalişkanê ev 3 roj in şewat didome. Şewata ku li qadên Deriyê Cibraîl, Sefîn û Hesenayê derketiye her diçe berbelav dibe. Ji be rhinceta "Herêma Ewlehiya taybet" kes nikare nêzî vê herêma ku bi sedan dar lê dişewitin bibe.

BI SEDAN DAR BÛN XWELÎ

Her wiha vê carê jî ji ber topbaran Tabûra Qomando ya Cendirmeyan a Gormeçê li Çiyayê Gabarê jî şewat derket. Hat diyarkirin ku li Geliyê Gurdila, Bîrava, Memurika û Zivingo bi sedan dar şewitîne.

Toprana li her du herêman cih bi cih didome.