EDENE - Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê tim bi îşkence û muameleyên kirêt dibe rojev. Girtiya bi navê Azize Yakoglu, nameyek şand û tiştên ku bi riya nameyê nivîsandin mirovan mat dihêle. Tê diyarkirin ji ber nû hatiye çêkirin ji girtîgehên din gelek girtî sewqî wê tên kirin û îşkence di rîngan de dest pê dike.
Li Tirkiyeyê piştî sepandinên Rewşa Awarte (OHAL) ketin dewrê, her ku diçe li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin û yên nû xwe didin der. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîp T a Jinan a Tarsûsê ye. Girtiya bi navê Azize Yakoglu, ji Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê nameyek şand û behsa pêkanînên girtîgehê kir. Yakoglu, diyar kir ku di dema sewqan de li ber derî leşkerên payedar û bêpaye gefan li wan dixwin.
‘ÎŞKENCE LI RÎNGÊ DEST PÊ DIKE'
Yakoglu, dest nîşan kir ku dema li wesayîtên rîngê tên siwarkirin leşker heqaretên zayendiyî li wan dikin û wan taciz dikin. Yakoglu got ku leşker gefên wek "Em ê we hemûyan bikujin. Em hemû zilamên dewletê ne" û wiha axivî: "Paşê dema em li wesayîta rîngê siwar bûn, destê me kelemçekirî em derb kirin. Leşkerên payedar li ser çavên me îşareta "ulkucuyan" çêkirin û yeko yeko em derb kirin û ji wesayîtê daxistin. Gelek kesan jî ji wesayîtê avêtin. Dema me deng derdixist gardiyanan em derb dikirin û paşê em dixistin hucreyên yekkesî û derba mirinê li me dixistin." Yakoglu, wiha behsa îşkenceya ku dema ew dibirin girtîgehê li wan dihat kirin kir: "Bi pehînan li sînga min xistin. Me dirêjî erdê kirin û bi pehînan li me dan. Pêl me kirin û wisa sekinîn. Bi pehînan li ling û pişta me xistin. Hin hevalên me rakirin hewayê û ew avêtin erdê. Bi porê me girtin û em bi erdê ve kişandin, bi şelmaqan li ser çavê me dan, bi kulman li madeya me xistin û dest xistin qirika me û hewl dan me bifetisînin. Piştî van kirinan me bi erdê ve kişandin û bi awayekî çeprast destê me kelemçe kirin û em pêxwas birin qawîşan."
‘BARAN BIBARA JÎ EM FIREK AV NADIN WE'
Yakoglu, anî ziman ku dema wan dibirin qawîşan "robokopan" êrîşî wan kiriye û piştî ku ew di 3 merheleyên îşkenceyê re derbas bûne çûne qawîşan. Yakoglu, dest nîşan kir ku li qawîşan jî îşekenceya devkî û derûnî domandiye. Yakoglu, da zanîn ku tam du rojan ew dernexistine hewadariyê û gardiyanan gefa "Hûn ê hîn bibînin ka em çi tînin serê we" xwariye. Yakoglu diyar kir ku dema wan av xwestiye ji wan re gotine "Heke baran bibare jî em firek av nadin we" û wiha got: "Me xwest em der barê vê îşkenceyê de raporê wergirin, lê destûr nedan ku em biçin revîr û nexweşxaneyê. Di dema derbkirinê de hin heval bi giranî birîndar bûn, lê ew nebirin revîrê û ji ber vê derbkirinê li ser bedena wan şopên mayînde mane."
Yakoglu, aşkere kir ku tam du hefteyan nehiştine ku ew biçin revîrê û ser bijîşk. Yakoglu, dest nîşan kir ku tevî ku di ser re hefte derbas bûne, lê hîn jî hin heval vedirişin û madeya wan diêşê. Yakoglu, diyar kir ku piştî îşkenceya fizîkî hin nerihetiyên derûnî li girtiyan peyda bûne û wiha domand: "Bêhnçikandin, tirsa ji liv ûtevgerên ji nişkave, tirsa ji ber tenêmayînê, tiştekî biçûk be jî ji nişkave diqîrin û hwd."
'EM JI SER HIŞÊ XWE ÇÛN'
Yakoglû, anî ziman ku di 29'ê Hezîranê de ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê 15 jinên girtî anîn û heman tişt û îşkence li wan jî hatiye kirin. Yakoglu, got ku hin jinên emeliyatkirî bi erdê ve hatine kişandin û wan birine qawîşan û wiha axivî: "Di dema îşkenceyê de hin girtî ji ser hişê xwe ve çûn. Du hevalên me yên nexweşê epîlepsiyê krîz derbas kirin. Girtiyek jî ji ber serê wê hat derbkirin ji ser hişê xwe ve çû. Wê birin revîrê, lê belê ji ber ku tu personel lê neneihêrî bi heman awayî ew dubare anîn qawîşê. Du hevalên me jî bi awayekî tî xistin hucreyan û bi saetan hatin rawestandin."
‘BI SAETAN ME LI BER TAVÊ DIHÊLIN'
Yakoglû, anî ziman ku roj heye ku bi saetan tî û birçî, pêxwas di bin germahiyeke 50 pileyî tên hiştin û dema wan dibin qawîşan ji ber ku li qawîşan klîma û perwane tune ne bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Yakoglû wiha got: "Rojname û kovar nayên dayîn. Televîzyon tune ye, ava vexwarinê pir tune ye. Pênûs, defter û ajanda nayên dayîn. Qawîş zaf germ in." Yakoglu, dest nîşan kir ku ji ber girtiyên ku nexweşînên wek dilî tansiyon, şekir û gurçikan bi wan re hene nikarin di van şert û mercan de îdare bikin û ji ber vê ji ser hişê xwe ve diçin. Yakoglu, got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan mudurê girtîgehê tu gavan navêje û bi tu awayî daxwazên wan ên ji bo hevdîtinê nayên bersivandin.
JI BER AXAFTINA BI KURDÎ HATIN ÎŞKENCEKIRIN!
Yakoglu, dest nîşan kir ku di dema hijmariyê de gardiyan tim gotinên wek "Ata, Ataturk" bi wan didin dubarekirin, lê dema ew vê yekê qebûl nakin îşkence li wan tê kirin û garidyan ji wan re wiha dibêjin: "Dewlet em in, kes nikare tiştekî bi me bike." Her wiha Yakoglu, anî ziman ku gardiyan û leşker gefên wek "Ev der Tarsûs e, xelasî tune ye" li wan tên xwarin û dema ew di nav xwe de bi kurdî dixaxivin îşkence li wan tê kirin.
GIRTÎGEHA JINA YE, LÊ PERSONELÊN WÊ MÊR IN!
Yakoglû, da zanîn ku tevî ku girtîgeh a jina ye, lê personelên mêr ji yên jinan bêtir in û wiha got: "Li hemberî nasnameya me ya jinan, nasnameya me ya siyasî êrîşek heye." Yakoglu, dest nîşan kir ku mafê wan ê hevdîtina bi parêzeran re jî bi awayekî kêfî tê astengkirin. Yakoglu, got ku dema hevdîtinê ji 30 deqîqeyî daxistine 20 deqîqeyî û li qawîşên ku kapasîteya wan 8-9 kesên niha 18-19 kes lê dimînin.
BANGAWAZÎ
Herî dawî Yakoglu diyar kir ku ji bo şert û mercên girtîgehê bên diristkirin û kesên îşkencekar bên cezakirin ew ê bi dirûşmeya "Berxwedan Jiyan e" serî li her cure riyên huqûqê bidin û divê di vî warî de parêzvanên mafên mirovan jî bi hestiyarî tevbigerin. Yakoglu wiha got: "Ji hestiyariyê wirdetir divê em li hemberî van pêkanînên ku rûmeta mirovan bin pê dikin rawestin û van kirinan teşhîr bikin."