WAN - Saziya Tiba Edlî 3 caran rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" da girtî Şehmus Îlhan. Li gel vê jî Îlhan nehat berdan û her diçe rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe.
Girtiyên nexweş ku di dema pêvajoya çareseriyê de bûbûn mijara bazarê, piştî bidawîbûna pêvajoyê hema bêje terkî mirinê hatin kirin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Şeyhmus Îlhan e. Saziya Tiba Edli 3 caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" da Îlhan, lê belê dîsa jî nehat berdan. Îlhanê 43 salî ev 25 sal in di girtîgehê de ye û her diçe rewşa wî xerabtir dibe. Ji ber ku rîska nexweşîna wî heye, Îlhan nayê emeliyat kirin. Îlhan ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê girtin banga hestiyariyê li raya giştî kir. Ji bo tehliyeya Îlhan hîn 5 sal mane.
8 RÎŞALK DI MÊJIYÊ WÎ DE HENE
Îlhan berê li gelek nexweşxaneyên dewletê hat tedawîkirin û niha bi dermanan li ser piyan e. Îlhan ji ber nexweşînên xwe tim krîzan derbas dike. Di mêjiyê Îlhan de 8 rîşalk hene û li gel vê nexweşînên wek tayê (Hepatît B), şekir, astim, hîpertansiyon û qerheya madeyê jî lê peyda bûne.
JI BO RAPORAN XWE LI NEDÎTIYÊ DATÎNIN
Îlhan, dest nîşan kir ku her diçe nexweşîna wî bi pêş ve diçe. Îlhan got ku, Saziya Tiba Edlî 3 caran rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî, lê belê rayedarên girtîgehê li hemberî van raporan xwe li nedîtiyê datînin. Îlhan wiha domand: "25 sal in ku di zindanê de me û di van salên girtîgehê de gelek caran hatim sirgûnkirin. Tu bikî nekî ev sirgûn bi awayekî zêde bandorê li tenduristiya min kirin. Gelek nexweşînên min hene û her diçe ev nexweşînên min bi pêş ve diçin. Û ev jî dibe sedema êşên giran ku mirov nikare îdare bike. Şertên girtîgehê ji bo tedawiya min ne guncan in û bi ser de rê li ber nexweşînên nû vedikin. Li gel raporên 'nikare di girtîgehê de bimîne' hene jî xwe li nedîtiyê datînin."
BILA JI GIRTÎGEHAN DARBEST DERNEKEVIN
Îlhan, dest nîşan kir ku divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û wiha bang li saziyên civaka sivîl kir: "Niha bi sedan hevalên ku rewşa wan wek a min e hene. Bi piranî ya cenazeyên girtiyên nexweş ji zindanan dertên an jî tam tên ber mirinê tên berdan. Ev hincet û kêfiyetên siyasî wijdanên mirovan diêşîne û dibin sedema birînên ku dê necebirin. Ev rewş ne huqûqî û mirovane ye. Di vî warî de em bang li raya giştî û saziyên civaka sivîl dikin. Êdî em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin."
Selman Keleş / Girtîgeha Tîpa T a Wanê - dihaber