AMED - Piştî Sûr hat dorpêçkirin û rayedarên dewletê dest bi xerakirina taxên sûrê kirin, niha jî kevirên bircên Sûrê Amedê ten dizîn. Şêniyên Sûrê li dijî vê helwesta dewletê nerazî ne.
Li Taxa Ben û Sen a Sûrê, bircên sûran tên talankirin. Ji ber ku sûr nayên restorekirin û tevdîr nayên kirin, hin deverên sûran talûkeyan didin der. Kevirên sûran li nêv taxa Ben û Senê dikevin û ji ber vê niştecihên taxê nikarin di wir re bimeşin. Lê belê bêyî ku haya zarokên taxê ji vê rewşê hebe, tim li wan deran dilîzin û ji ber vê yekê malbat diqilqilin. Her çi qas malbatan ev rewş ragihandibe, lê dîsa jî rayedar tu kirariyê nakin û kesên vê rewşê wek firsendê dibînin jî van kevirên dîrokî bi wesayîtên veguhêzkariyê didizin.
‘DERÎ HATIN GIRTIN ÊDÎ HEW HATIN VEKIRIN'
Roja ku li navçeya Sûrê operasyon dest pê kirin, deriyên Taxa Ben û Senê yên li Kolana Turîstikê dinihêirin ji aliyê polîsan ve bi bariyerên betonî hatin girtin. Ji ber vê niştecihên taxê ji bo pêdiviyên xwe bibînin mecbûr dimînin bi kîlometreyan rê bimeşin. Ji ber ku ev rewş wan nerihet dike niştecihên taxê vê rewşê ji rayedaran re vegot, lê belê dîsa jî derî nehatin vekirin.
Li Taxa Ben û Senê, heke nexweşekî lezgîn ê welatiyan hebe ya ji neçarî ewqas rê peya dimeşin an jî nexweşê xwe bi derfetên xwe bi wesayîtên tîcarî digihînin nexweşxaneyê. Welatiyên ku bi rûxandina malên wan gef li wan tên xwarin, diyar dikin ku çi dibe bila bibe dîsa jî ew ê malên xwe neterikînin.
‘JI BO BEXDENÛZÊ EWQAS RÊ DIMEŞE'
Mevlude Yaman ku bi salan e li taxê rûdinê wiha behsa zor û zehmetiyên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin kir: "Carinan ji bo qevdek bexdenûz em ewqas rê peya dimeşin. Dema nexweşek me hebûna me di derî de demildest digihand nexweşxaneyê, lê niha di rewşeke lezgîn de divê em li benda ambulansê bin an jî em ê ewqas rê bimeşin û biçin nexweşxaneyê." Yaman, balê kişand ser bircên sûran ku yeko yeko hildiweşin û xwest ku rayedar tevdîran wergirin.
‘HETA DIGIHÊ MALÊ 10 CARAN RÛDINÊ'
Salih Açilmak (53) jî ku 30 sal in li Taxa Ben û Senê rûdinê wiha got: "Pêdivî bi zebze çêdibe. Halbukî hal du gavan dûrî me ye, lê ji ber derî girtîne em bi kîlometreyan dimeşin. Ji ber ku tu wesayît nayên van deran em ji neçarî eşyayên xwe li pişta xwe dikin û tînin. Heta ku têm malê deh caran rûdinêm."
KEVIRÊN BIRCAN TÊN DIZÎN
Ji ber ku xwedî li kevirên sûran ên dikevin nayê derketin Açilmak bertek nîşan da û wiha axivî: "Kesen ku vê yekê wek firsendê dibînin tên keviran berhev dikin û difiroşin. Dibin gund û di çêkirina malan de bi kar tînin. Sûr mîrateya hevpar a cîhanê ne. Divê xwedî li wan bê derketin. Li nêv taxê dikevin û ev talûkeyeke mezin dide der. Her roj mirov di bin re diçin û tên. Divê tevdîr bên wergirtin."
Açilmak, anî ziman ku bi zanebûnî sûr bê xwedî tên hiştin û ji bo ev dîrok winda nebe divê hemû saziyên dewletê û yên navnetewî tevbigerin.