AMED - Qeyûma Şaredariya Amedê, xebat û projeyên nîvco mayî ji be yên DBP'ê ne, berdewam nake. Bin avayiya projeyê di serdema DBP'ê de hatin avêtin û nivco man, wekî girêka kor li holê hiştiye.
Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, gelek projeyên aîdî dema rêveberiya DBP'î hatin hilawistin û gelek proje jî hatin guherandin. Beriya tayînkirina qeyûm gelek proje hatibûn destpêkirin, lê belê qeyûm van projeyan diguherîne. Ji ber ku binavayiya van projeyan berê hatiye temamkirin, vê carê dema ku diviya proje biqediyanan di wê demê de nayên qedandin. Xebatên rêçêkirinê ku ev demeke dirêj e didomin, hem welatiyan mexdûr dikin hem jî ji ber ku binavayî li hev dernayên tim tên xerakirin û ji nû ve tên çêkirin û ev yek maliyeta projeyan jî zêde dike.
PROJEYA KOLANA ZUMRUTKENTÊ HAT GUHERANDIN
Projeya Kolana Zumrutkentê ku ber bi Newroz Parkî ya Taxa Bagcilar a navçeya Rezanê ve diçe û projeya wê ji aliyê şaredariya DBP'î ve hatibû amadekirin, niha xebatên wê bûne kafirkeratî. Beriya qeyûm bê tayînkirin xebatên binavayî yên projeyê hatibûn temamkirin, lê belê qeyûm endezyarên wê guherandin û li şûna wan hin endezyarên din wergirtin û ji van endezyaran hat xwestin ku proje bê guherandin.
Di weziyeta ewil a projeyê de li her du aliyên rê qada hêşînahiyî hebû, lê belê endezyarên nû yên hatin tayînkirin qada hêşînahiyî du qatan biçûk kirin û xwestin rê firehtir be. Lê ji ber cihokên avê û qalpaxên rogarê li projeyê nehatin, dikin nakin xebatên rê naqedin.
‘JI BILÎ ÎSRAFÊ PÊVTIR TIŞTEKÎ NAKIN'
Karkerên ku di çêkirina rê de dixebitin, bi saetan bi cihekî re mijûl dibin lê belê ji ber li binavayiya rê nayên dubare xera dikin. Karkerekî ku di çêkirina rê de dixebite û nexwest navê xwe bide anî ziman ku ji ber vê yekê ew zaf hêdî dixebitin û qet pêş ve naçin. Kerker, dest nîşan kir ku li gor projeyê divê xebat di meha Cotmehê de biqedin, lê belê nemumkun e ku di wê mehê de biqedin. Karker, dest nîşan kir ku qeyûm ji bo projeya şaredariya DBP'î çêneke xezîneya şaredariyê belawela dike. Her wiha karker got ku ev hewldana wan ji îsrafê pêvtir ne tu tişt e jî û dê mecbûr bimînin ku projeya kevn çêbikin.