Îşkenceya gardiyanan bû niqucandin

XARPÊT - Hat hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, di dema hijmartinê de gardiyanan îşkence li 21 jinên girtî kiriye. Hat diyarkirin ku gardiyanên giliyê wan hatine kirin di parastina xwe de wiha gotine: "Ji ber ku girtiyan hevdu nuquçandiye ev morayî çêbûne."

Xizmê girtiyekî ku di dawiya hefteyê de ji Amedê çû Xarpêtê û nexwest navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku li qawîşa C-6'an a Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê gardiyanan di dema hijmartinê de 21 jinên girtî derb kirine û heqaret li wan kirine. Hat diyarkirin ku her wiha gardiyana hin girtiyên jin ji nêrdewanên girtîgehê jî avêtine û ji ber vê îşkenceyê li gelek deverên bedena jinên girtî morayî çêbûne.

PARASTINEKE ECÊB!

Piştî êrîşa gardiyanan, jinên girtî gardiyan giliyî rêveberiya girtîgehê kirine û ji bo ser îşkenceya li girtîgehê bê nixumandin gardiyanan wiha gotiye: "Ji ber ku girtiyan hevdu nuquçandiye ev morayî çêbûne."

DIXWAZIN SER WÊ BINIXUMÎNIN

Li gor agahiyeke din ku xizmê girtiyekê da; rêveberiya girtîgehê bi awayekî kêfî pêdiviyên sereke û mafê telefonê yên girtiyên îşkence li wan hatine girtin qedexe kirine. Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo îşkenceya li jinan hatiye kirin di çapemeniyê de dernekeve rêveberiya girtîgehê hevdîtin li girtiyan qedexe kiriye.

Têkildarî van îdiayan em li girtîgehê geriyan û peywirdarekî girtîgehê wiha got: "Girtîgeh zextan li girtiyan nake. Ev der girtîgeheke nû ye. Li gor pîvanan tê birêvebirin."