Yolerî û 40 parêzvanê mafê mirovan hatin berdan

STENBOL – 41 parêzvanê mafê mirovan ê ku bi boneya çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Li Beşîktaşa Stenbolê di 5’ê tebaxê de parêzvanê mafê mirovan xwestibûn bi pêkanîna çalakiyê piştgirî bidin greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça. Lê polîsan êrîşî çalakiyê kiribû 41 parêzvanê mafê mirovan binçav kiribûn. 41 parêzvan derxistin Edliya Çaglayana Stenbolê û îfadeyên wan hat girtin.

Di nav de ku Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî hebû 41 parêzvanê mafê mirovan bêyî ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wan bê sitendin bi daxwaza “Şertê kontrola edlî ya berdanê” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar kir. Dadgehê 41 parêzvanan bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.