Girtiyê Kobanî 10 meh in di hucreyekê de tê girtin

EDENE - Mistefa Mihemmed Elî yê kobaniyî 10 meh in li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Elî got: "Ne malbata min dikare bê serdana min û ne jî dikarim hevalên xwe bibînim. Ev şert zehmet in û dixwazin bi saxî mirovan bikujin. Tenê radyoyek min heye, wekî din tu tiştek min tune ye."

Mistefa Mihemmed Elî yê kobaniyî ku ji 7'ê Cotmeha 2016'an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin, nameyek şand û weziyeta ku ew tê de ye vegot. Elî, diyar kir ku bi Rewşa Awarte (OHAL) re zext û zorî zêde bûne, hemû mafên girtiyan hatine desteserkirin û ew di şert û mercên nemirovane de têdikoşin.

‘BI KÊFÎ MIN XISTIN HUCREYÊ'

Elî, anî ziman ku li Rihayê hatiye binçavkirin û girtin û paşê wî xistine Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê û ji bi tawanbariya "alîkariya rêxsitinê" ceza lê hatiye birîn. Elî wiha got: "Bêyî ku delîl hebin, bi tawanbariya 'alîkariya rêxistinê' 6 sal û 4 meh ceza li min birîn." Elî, dest nîşan kir ku di 7'ê Cotmeha 2016'an de gardiyanan jê re gotiye "ji bo te kargo hatiye" û wî ji qawîşê derxistine û xistine hucreyeke yekkesî. Elî wiha dest nîşan kir: "Dema min sedema wê ji îdareya girtîgehê pirsî, ji min re gotin 'Dadgehê ev biryar daye. Ji bo ewlehiya te.' Min bi awayekî kêfî xistin hucreyê."

'TENÊ RADYOYA MIN HEYE'

Elî, da zanîn ku ji bo wî ji hucreyê derxînin ew ketiye greva birçîbûnê, lê belê dîsa jî bi awayekî kêfî daxwaza wî nehatiye qebûlkirin û wî ji hucreyê dernexistine. Elî wiha axivî: "Parêzerê min tune ye. Malbata min nikare bê serdana min. Tenê daxwaza min ew e ku biçim cem hevalên xwe. Îdareya girtîgehê min naşîne cem hevalên min. Ne serdêrên min dikarin bên, ne jî dikarim hevalên xwe bibînim. Perwane, sarinc, televîzyon û amûra avgermkirinê ku aîdî me ne nadin me. Ev şert zehmet in û dixwazin bi saxî mirovan bikujin. Pirtûk û kovaran nadin. Tenê radyoyek min heye, wekî din tu tiştek min tune ye."