Wekî Akademîsyenê hat îxrackirin wekî xwendekar vegeriya

ENQERE – Akademîsyen Cenk Yîgîter ê bi KHK'e i Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin, ket ezmûnê û wekî xwendekarê beşa Radyo TV û Sînemayê dîsa vegeriya Zanîngeha Enqereyê. Yigiter, diyar kir ku ew wekî akademisyen hat qewirandin û wekî xwendekar dîsa vegeriya heman zanîngehê.

Piştî OHAL hat ilankirin bi deh hezaran hîndekar û akademisyen bi KHK'yan ji karên xwe hatin îxrackirin. Endamê KESK'ê û akademîsyenê Fakulteya Hiqûqê Cenk Yigiter, jî bi KHK'ê ji Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin. Piştî akademîsyen hatin îxrackirin li baxçeyê zanîngehê 73 akademisyen ji bo piştevahiya hevalên xwe di bin navê “Gihiştina mezin" çalakî pêk anîn. Piştî vê çalakiyê akadmîsyen Yigiter jî ji zanîngehê hat avêtin. Akademîsyen Cenk Yîgîter ku hat îxrackirin, ket ezmûnê û wekî xwendekarê beşa Radyo TV û Sînemayê dîsa vegeriya Zanîngeha Enqereyê. Yigiter, diyar kir ku ew wekî akademisyen hat qewirandin û wekî xwendekar dîsa vegeriya heman zanîngehê. Yigiter, ji dihaberê re axivî û wiha got: "Dibistana ku ez wekî xwendekar vedigerim bûye xerabe. Gelek mamosteyên jê hatin avêtin. Ez ji ber vê yekê xemgînim. Em dê têbikoşin. Em dê li gel hevalên xwe yên xwendekar ji bo disa mamosteyên vegerin karên xwe em dê têbikoşin. "

Yigiter, anî ziman ku heta şert û merc hebe dê dibistanê berdewam bike û ji bo parastina mafê xwe tebikoşe.