Dayika 53 salî hat girtin

ŞIRNEX – Li navçeya hezexê ya Şirnexê dayika 53 salî Ayşe Hezer hat girtin. Li gundê Bafê jî 2 kes hatin binçavkirin.

Li gundê Bafê yê Hezexê leşkerên tîmên taybet (JOH) sere sibê bi ser gelek malan de girt. Tîmên taybet yên di serdegirtinan de derî û cam şikandin, Delîl Dogan û Selman Suna binçav kirin. 2 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Hezexê. Lê sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn. Welatiyan diyar kirin ku leşkerên tîmên taybet bi maşîneyên zirxî bi ser malan de girtin û çek xistin sere welatiyan û ew binçav kirin. Tîmên taybet li navçeyê jî bi ser mala Ayşe Hezer a 53 salî de girtin û ew binçavkirin. Hezer, piştî sewqî dozgeriyê kirin, dozger bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Hezer li dadgehê hat girtin û şandin Girtigeha Tîpa M a Mîdyatê.