MÊRSÎN - 52 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, bi armanca zextên rêveberiya girtîgehê yên li dijî girtiyan şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyan xwestin daxwazên wan pêk bên û zextên li girîgehê bi dawî bibin.
52 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tipa T a Tarsûsê, ji ber zextên li ser girtiyan zêde bûne, bi armanca dawî li zextan bê û daxwazên wan pêk bê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji girtiyan Saadet Akin telefonî xwişka xwe Emine Akin kir û diyar kir ku wan ji roja duşemê 7'ê Tebaxê û virde dest bi greva birçîbûnê kirine. Emine Akin, diyar kir ku xwişka wê li wê geriya û diyar kiriye ku ji ber pêkanînên keyfî yên li girtîgehê roja duşemê 7'ê Tebaxê dest bi greva 5 rojan dorveger kirine. Girtiyan diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bên û êdî muameleyên dijmirovî bidawî bibin dê çalakiya xwe berdewam bikin.