COLEMÊRG - Danişîna duyemîn a nûçegihanê DÎHA'yê Nedim Turfent 6 saetan derneg dest pê kir. Ji ber vê yekê parêzerên Turfent û heyeta dadgehê ketin qirika hev û parêzeran eywan terikand.
Danişîna 2'yemîn a nûçegihanê DÎHA'yê Nedim Turfent ku di 30'yê Gulana 2016'an de hatibû girtin û bi daxwaza 22 sal û nîv cezayê girtîgehê doz lê hatibû girtin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin. Danişîn 6 saetan dereneg dest pê kir.
Ji ber ku danişîn dereng destpêkir, parêzerên Turfent û heyeta dadgehê munaqeşe kirin. Xizmên Turfent ên extiyar û nexweş 6 saetan li korîdorên edliyeyê hatin arwestandin. Piştî munaqeşeyê 1 jê nepen 11 şahdi hatin guhdarîkirin. Ji 11 şahidan Devran Bahadir diyar kir ku ew Turfent nas nake.
Piştî navbera duyemîn, munaqeşeya navebra parêzeran û heyeta dadgehê dewam kir û heyetê xwest ku parêzera Turfent Harîka Gunay Karataş ji eywanê derkeve. Li ser vê parêzerên Turfent ên din jî diyar kirin ku ew parêziyê nakin û eywan terikandin.
Danişîna din taloqî 11'ê Mijdara 2017'an hat kirin.