‘Li AKOM'ê bi pozdayîna Topbaş û Şahin pirsgirêk nayên çareserkirin'

STENBOL - Bi lehiyên ku li Stenbolê rabûn, gelek mirov mexdûr bûn. Sekreterê TMMOB ÎKK'yê Cevahîr Efe Akçelîk, hişyariya lehiyên nû kir. Akçelîk, dest nîşan kir ku hêz û quweteke Stenbolê ku li ber barîneke 5 rojan li ber xwe bide tune ye û wiha got: "Ev pirsgirêk bi pozdayîna li AKOM'ê ya Kadîr Topbaş û Vasîp Şahîn çareser nabin."

Piştî du lehiyên ku li Stenbolê rabûn, gelek mirov mexdûr bûn û bi sedan mal, kargeh û wesayît zirar dîtin. Li bajêr hîn şopên her du lehiyan dixuyên, lê belê meteorolojiyê dîsa hişyar kir ku dibe barîneke dijwar bibare. Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) ê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Cevahîr Efe Akçelîk, diyar kir ku şaredarî nikare di demeke kurt de li bajarekî wekî Stenbolê tevdîran wergire û vê yekê bi "tunekirina qadên daristanî û bajarsaziya bêplan û betoniyî" ve girêda.

LEHÎ ENCAMA ŞAŞIYA RÊVEBERIYÎ YE

Akçelîk, dest nîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji binavayiyê bêtir giranî daye seravayiyê û wiha got: "Ji ber tevdîr baş nehatin girtin, mînak nezêdekirina çapa boriyan, neguherandina menfezeyan û hwd. bûn sedema van lehiyan. Ji ber betonarmeyê nederbasbariya axê kêm bûye û ev yek veguheriye herikîneke rûxarkî û bi vî awayî rê li ber lehiyan vebûye." Akçelîk, anî ziman ku ji ber şaşiyên rêveberiyî felaketeke wisa li Stenbolê çêbûye.

‘BINAVAYIYA HEYÎ NIKARE XWE LI BER BARÎNEKE 5 ROJAN BIGIRE'

Akçelîk, dest nîşan kir ku bêpergaliya rejîmên baraniyî ji ber guherînên avhewaya kûrewî ne û ji ber weziyeta wê ya jeopolîtîk Tirkiye ew welat e ku di nav sedsalê de dê herî zêde guherînên avhewayî bandorê lê bikin. Akçelîk, anî ziman ku ji ber vê yekê divê hemû avaniyên bin û ser li gor guherînên avhewayî bên çêkirin û wiha domand: "Kadir Topbaş tim mînaka lehiyê ya ku di sala 2014 û 2017'an de li Londrayê rabûye dide. Piştî van daxuyaniyan dema me li mînakên Londrayê nihêrîn, dema şaredariyên li wir plansaziya xwe kirine, li gor rîskên afetî çêkirine. Lê mixabin binavayiyeke me ya ku nikare xwe li ber barîneke 5 rojan bigire heye."

‘BI POZDAYÎNA LI AKOM'Ê NAYÊ ÇARESERKIRIN'

Akçelîk, dest nîşan kir ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Kadir Topbaş, ji dêvla ku bi berpirsiyarî tevbigere bi awayekî "çarenûsî" tevdigere û wiha axivî: "Hewlê didin vê yekê ji ser xwe bavêjin. Daxuyaniyeke ku gel têr bike nedane. Mixabin li Navenda Koordînasyona Afetê (AKOM) bi pozdayîna Kadîr Topbaş û Walî Vasîp Şahîn ev pirsgirêk nayên çareserkirin."

Akçelîk, anî ziman ku divê li gor nexşeyêm rîskî yên rabûnê destûra îmarê bê dayîn û wiha got: "Di van nexşeyên rîskî yên rabûnê de bi bantên sor, şîn û spî qadên parastina rûbarî tên diyarkirin. Yanî nexşeyên rîskê yên rabûnê rasterast bandorê li planên îmarê yên li herêmê dikin." Akçelik, got ku heke îro ev plansazî hatibanan kirin dê ev pirsgirêk xwe nedanan der.