HELEB – Piştî şerê li Helebê ji bo gel birînên xwe bipêçin ketine nava hewildanan. Lê tişta tê xuyakirin di navbera taxên di bin serweriya Rejîma Beas, Rûsya, Îran û Hizbûlahê de û 7 taxên di bin serweriya QSD’ê de ne cudahî hene. Li aliyekî rêvebirina navendî, ji bo desthiladariyê pêvçûn û bêzarkirina gel heye, li aliyekî jî bi beşdariya niştecihên kurd, ereb, tirkmen 7 taxên bi ewleh û jiyana hevpar heye.
Li Helebê ji destpêka şerê navxweyî ya Sûriyê heta 8 meh berê jî bênavber rastî êrîşên komên çeteyên di bin nave “Opozisyonê” ya Sûriyê de dihat û hîn jî li tax, kolan û kuçeyên wê şopên şer ên herî dijwar hene. Ji wî bajarî ango Helebê ku wek peytexta aborî û cihekê herî stratejîk ê Sûriyê bû, niha tu şop nema ne.
Ev bajarê ku gelek navendên bazirganî ku ji gelek karsazên welatên derve jî li wir ava kiribûn, di serî de fabrîqeyên zeytûn, sabûn, bi dehan fabrîqe û dehan sûkên bazirganiyê jî hebûn lê niha ji ber şerê çend salan ê di bajêr de piraniya wan hilweşiyane, karsaz û bazirgan ên bajêr neçar mane ku laregehên xwe biqefilînin.
Ev komên çete yên di bin navê muxalifê rejîma Sûriyê de ketibûn Helebê, zêdetir êrîşê taxên ku piraniya wan kurd ku di bin qontrola YPG/YPJ’ê de bûn dikirin. Heta 7 meh berê jî piştî hevpeymana Tirkiye û Rejîma Beas û Rûsya ku wek e “Babê bigire ji Helebê derkeve” hemû komên çete ku di nava wan de El Nûsra jî hebû xwe vekişandin Îdlibê. Lê di dema xwevekişandinê de jî êrîşên xwe yên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam dikirin. Ev hevpeymana di navbêra wan de wek e Tirkiye wan komên çete firotiye hatibû binavkirin. Niha piranî taxên Helebê di bin kontrola Rejîma Sûriye, Rûsya, Îranê de ye û li 7 taxên ku bi pêşengiya YPG/YPJ’ê de QSD’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dabû de, di bin qontrola QSD’ê de ne. Taxên di bin kontrola QSD'ê ne ev in: Şêx Meqsûd, beşek ji Eşrefiyê, Benîz Zêd, Hilok, Bostan Paşa, Biêdînê û Heyderiyê.
LI TAXÊN DI BIN KONTROLA QSD'Ê DE GEL XWE BI RÊ VE DIBE
Taxên di bin qontrola QSD’ê de li dora taxan leşkerî, di hundirê taxan de Asayîş û Hêzên Parastina Civakê (HPC) ve tê kirin. Weke rêveberiya taxan jî aliyê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku ji kurd, ereb, tirkmen û Sûryaniyan û hwd. pêk tên, tê birêvebirin. Gelek navend, sazî û komîteyên weke Komeleya Parastina Civaka Demokratîk, TEV-DEM, Saziya Malbatên Şehîdan, Mala Ciwanan, Kongre STAR, Navenda Koalisyona El-Sûrî El-Demokratî, şaredarî, PYD, komîteya lihevkirinê, komîteya werzîşê û hwd. hene. Ligel van jî hin gavên nû jî hatine avêtin, weke avakirina Akademiya Civaka Demokratîk ku hemû xebatên ronakbiriyê lê tê kirin.
Li van taxan ji bilî kurd, ereb beşek ji Xiristiyanan bi taybet ev li taxên Şêxmeqsûd û Heyderiyê, her wiha li milê Taxa Bostan Paşa jî tirkmen hene. Li van taxan ku rêveberî ji hêla TEV-DEM ve dihat kirin, dema 6 meh berê ku bi temamî MSD hat avakirin, êdî xebat di bin banê wê de tên meşandin.
ASAYÎŞA REJÎMÊ PEV DIÇE
Di hêla ewlekariya bajêr de ji bilî van 7 taxan, hemû tax di bin serweriya Rejîmê (Piranî Rûsya), Îran, saziyên ewlekarî û Şebîhên Sûhêl Hesen ên bi nave Lîwa El-Qudis (Tugaya El-Qudis) ku girêdayê Hizbûlahê ya Lubnanê de ne. Piraniya bendên qontrolê di bin hêza Tûgaya El-Qudis de ne, gelek caran di navbêra hêzan de pêvçûn diqewimin. Yanî pêvçûnên diqewimin jî hemû ji ber sunîtî û şiîtiyê ne. Mînaka herî sereke çendek berê li Taxa Şêx Taha qewimîbû. Di navbera hêzên ewlekariyê yên rejîmê, Îranê û Tuguya El-Qudis de pêvçûn derketibû, leşkerekî îranî, 3 yê El Qudis birîndar bibûn û 3 endamên Asayîşê ya Rejîma Beas jî hatibûn kûştin.
Li bajêr karên xizmetguzariyê ya van taxan ên weke av, ceyranê, binesazî û pirsgirêkên telefonan û hwd. ji hêla karmendên rejîmê ve tên kirin. Heyanî beriya demekê karê rejîmê û tevgera wê pir şiklî dima lê di van demên dawî de hinekî xwe li ser piyan girtine, lê ji ber ku nikarin xwe bigihîjînin her cihî û bi taybetî jî derveyê Helebê pir lawaz dimîn. Ev rewş di nava gel de rastî nerazîbûnan tên.
Ji bilî kêmasiyên xebatên xizmetguzariyê, pêvçûnên di navbera hêzên ewlekariyê ango Tugaya El Qudis û yên din de jî gel bêzar dikin.
HEMÛ AMÛRÊN HATIN DIZÎN LI TIRKIYEYÊ HATIN FIROTIN
Bajarê Helebê ku wek yekemîn bajarê pîşesazî û fabrîqeyan ê Sûriyê tê zanîn, ji ber şerê ku ev çedn sal in li bajêr diqewime piraniya fabrîqeyan hatin xirakirin. Tê gotin ku hemû alav û amûrên di van fabrîqeyan de hatine dizîn û di bin navê bazirganiyê de li bajarên Tirkiyê hatine firotin. Di nava van amûrên fabrîqeyan de gelek berhemên dîrokî jî hebûne. Her çi qas di demên dawî de derfetên vekirina dikanan hebe jî lê karsaz an jî niştecihên bajêr, bi fikar û ditirsin ku careke din şer biqewim e. Lê heta astekê debara jiyanî pêş ketiye.
Ji bo debara malê karê niha tê kirin, piranî atolye an jî kargehên çêkirina pêlavan e. Jixwe di sûka Helebê de jibilî sabûnê niha yê herî zêde dikanên pêlavan hene û ev pêlav carina bi riya bazirganan li heremên Sûriyê yên din jî tên şandin.
ŞÊNIYÊN BAJÊR JI BER EWLEHIYÊ BERÊ XWE DIDIN TAXÊN QSD'Ê
Cudatî di navbêra taxên di bin serweriya rejîm, Rûsya, Îran û Hizbulahê û taxên di bin serweriya QSD’ê de ne hene. Di hêla derfetên av, ceyranê de li taxên di bin serweriya rejîmê de heyî, li 7 taxên di bin serweriya QSD’ê de ew derfet zêde tune ne. Ji ber li van 7 taxan şerê herî dijwar qewimî ye û di hêla ceyranê de jenerator û di milê avê de jî av ji bîran tê kişandin. Di vê hêlê de rejîm vê derfetên di destê xwe de dixwaze li hemberê MSD û QSD’ê de bi kar bîne, lewra tê gotin her tim tehdîda “Eger serweriya me neyê qebûlkirin wê av û kehrebe nedin van taxan” dikin. Bi vî awayî dixwaze hakimiyetek li ser van 7 taxan jî bike.
Lê di hêla ewlekariyê de ji bo hemû gelên bajêr cihê baweriyê ye. Lewra ji ber pêvçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û Tugaya El-Qudis diqewimin û endamên van hêzan muameleyên nebaş li niştecihan dikin, di demên dawî de bi hezaran kes berê xwe didin van 7 taxên di bin serweriya MSD û QSD’ê de ne.
LI GEL HEMÛ BÊDERFETIYAN JÎ GAVÊN GIRÎNG HATIN AVÊTIN
Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê li banga şêniyên taxên rojhilat ên Helebê taxên wan ji çeteyan rizgarkirin, jiyan li van taxan êdî asayî bû. Di Şaredariya Gel a Taxên Rojhilat de bi avakirina Komisyona Xizmetguzariya Bajêr de 42 endam hene, 11 endam xebatên rêxistinî pêk tînin, 27 kes xebatên paqijiyê û 4 kes jî xebatên giştî didin meşandin. Endamên komisyonê bi niştecihên taxan re bi amûrên şaredariyê ku tenê 7 makîneyên kar hene re paqijiyê û hwd. dikin. Gelek caran ji ber ev makîneyên xizmetê nagihijin niştecihên ku wesayîtên wan hene bi dilxwazî tevlî van xebatan dibin.
Ji hin xebatên Şaredariya Gel ên sereke wiha ne; Li taxa Hulika Jêrîn parka bi navê Parka Rêber Abdulah Ocalan hatiye vekirin. Her wiha peyariyên taxê yên sereke hatine tamîrkirin. Di heman demê de şaredarî çandiniya daran di nava welatiyan de teşwîq dike.
Şaredariyê her wiha xetên kenalizyonê yên di encama topbaranê de ziyan dîtine jî çêkirine. Heta niha 4 noqteyên ku ji ber bombeyan ziyan dîtine hatine tamîrkirin. Di demên pêş de jî xebat dê were meşandin ku 4 noqteyên din jî werin tamîrkirin. Her wiha hewl da ku selikên çopê li kolanên sereke û yên têne ser wan deyînin. Hema bêje li sere hemû kolanên 7 taxan selikên çopê hatine danîn. Ji bo nexweşî di taxan de belav nebin dermanên li dijî mêşûmoran li taxan hate reşandin, di heman demê de hemleya berhevkirina bermahiyên şer ji kolanên taxan hate destpêkirin. Alavên şaredariyê li gorî derfetên heyî bermahiyan berhev dikin. Li aliyê din jî şardariyê hemleya tamîrkirina xetên avê yên ziyan dîtine kirin. Niha jî xeta 240 bînayên li taxa Bustan Paşa tên tamîrkirin.
ROLA CIWAN Û JINAN
Di van taxan de di hemû sazî û xebatên tên meşandin de rola ciwan û jinan tê dîtin. Ciwan di bin saziya Yekîtiya Ciwanên Rojava de li Taxa Heyderiyê ya bajarê Helebê navenda xwe bi navê Şehîd Ferzende vekirine û ev der li ser perwerdekirin û pêşxistina ciwanan tê meşandin. Bi lidarxistina tûrnuvayên futbolê, şahî, qursên muzîkê û her wiha têkiliya bi gel re, dîsa bi dewreyên perwerdehiyê tevlî hemû kar û xebatên li van taxan dibin. Ev sazî di hêla tenduristiyê de jî ciwanan perwerde dikin. Di rêveberiya saziya ciwanan a ku ji 50 kesî pêk tên de, kurd, ereb û tirkmen hene dihêle ku hewildanên çareserkirina pirsgirêkên li hemû taxan xûrtir bike.
Jin jî ku di bin Kongreya Star de xwe birêxistin dikin, ew jî weke ciwanan bi beşdariya kurd, ereb û tirkmenan tevlî hemû kar û xebatên ji bo jinan û tevahiya gelên li taxan dibin.
Di civîna MSD’ê de nîqaşa divê xebatên beşdariya gel ne tenê di 7 taxan de di taxên din jî bên meşandin hat kirin. Hat destnîşankirin ku MSD wê bi xebatên xwe yên li tevahiya Helebê ji bo hemû Sûriyeyê bibe mînak û ji gelan re bibe hêviyeke mezin.
Erdogan Altan -dihaber